Nifûsa dawî ya cîhanê hate eşkere kirin: Rêza Hindistan û Çînê guherî

Nifûsa dawî ya cîhanê hate eşkere kirin: Rêza Hindistan û Çînê guherî

PeyamaKurd – Fonda Bernameya Geşepêdanê ya Neteweyên Yekbûyî (UNDP) ku ji sala 1989an ve 11ê Tîrmehê wekî ‘Roja Nifûsê ya Cîhanê’ pîroz dike, serjimariya dawî cîhanê eşkere kir.

Li gorî amarên Fonda Nifûsê ya NY (UNFPA), serjimariya cîhanê di sala 1999an de 6 milyar, di 2011an de 7 milyar û di 2022yan de jî bûye 8 milyar kes. UNFPAyê daye xuyakirin ku li gorî ‘Rapora 2023yan a Rewşa Nifûsa Cîhanê’ serjimariya cîhanê niha 8 milyar kesan derbas kiriye.

Li gorî raporê nifûsa herî zêde li van welatan e:

Hindistan: 1 milyar û 428 milyon û 600 hezar kes

Çîn: 1 milyar û 425 milyon û 700 hezar kes

Amerîka: 340 milyon kes

Di raporê de hatiye eşkere kirin ku temenê mirovan bi giştî di mêran de 71 sal e û jin jî bi giştî 76 salan dijîn.

UNFPAyê di raporê de diyar kiriye ku tê pêşbînîkirin zêdebûna nifûsê herî zêde li welatên Komara Kongoya Demokratîk, Misir, Etiyopya, Hindistan, Nijerya, Pakistan, Filipîn û Tanzanya çêbibe û heta 2050yî jî nîvê zêdebûna nifûsa dinyayê li wan welatan be.

Ev nivîs 210700 car hatiye xwendin.