Odessa, ket bin parastina UNESCOyê
PeyamaKurd- Li gorî agahiyên hatin ragihanidin, UNESCOyê, bajarê bendera dîrokî yê Ukraynayê Odessayê ku gelek caran rastî êrîşa binesaziyê ya Rusyayê hatiye, xist lîsteya Mîrateya Çandî ya Cîhanê û Mîrateya Cîhanê ya Xeteriyê.
Rêveberên Rêxistina Zanist, Perwerde û Çandê ya Neteweyên Yekbûyî (UNESCO) ragihand ku bajarê Odessayê yê dîrokî yê Ukraynayê ku ji aliyê Rusyayê ve hatiye bombekirin û ketiye bin xeteriyê, ketiye nav lîsteya Mîrateya Çandî ya Cîhanê û Mîrateya Cîhanê ya Xeteriyê.
Hat diyarkirin ku bi biryara UNESCOyê, nirxa gerdûnî ya awarte ya bajêr tê naskirin, lê ev wargeha mirovahiyê di bin parastina navneteweyî de ye.
Dîrektora Giştî ya UNESCOyê Audrey Azoulay piştî biryarê daxuyaniyek da û got,
Ev nivîs 210709 car hatiye xwendin."Odessa; bajarekî azad, bajarekî cîhanê, bendereke efsanewî ya ku mohra xwe li sînema, wêje û hunerê hiştiye, niha di bin parastineke xurt de ye. Biryariya me ya hevbeş dê berdewam be ji bo ku ew ji wêrankirinê were parastin.”