Pêwendiya NASAyê bi robotên ku şandine fezayê re qut bû
PeyamaKurd – Ajansa Hewa û Fezayê ya Amerîkayê NASA ragihand ku ew niha nikarin pêwendiyên bi navgînên robot ên şandine Marsê re bikin.
NASAyê daye xuyakirin ku ji peykên li Marsê niha ew nikarin sînyalan ji herdu wesayîtên robot ên Perseverance û Curiosity ku lêkolînan dikin re bişînin.
Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku ev qutbûna pêwendiyê ya bi navê "Moratoryum" ji ber ku du salan carekê roj dikeve ber Mars û Dinyayê rû daye û piştî demekê wê cardin wesayîtên li fezayê fermanê ji NASAyê bistînin û çalak bibin.
Hate diyarkirin ku wê bi qasî du hefteyan ango 25ê Mijdarê ew qutbûna pêwendiyê dewam bike.
Ev nivîs 210695 car hatiye xwendin.