Pûtîn di serdana mizgefta Hezretî Îsa de Qûran maç kir û bû rojev

Pûtîn di serdana mizgefta Hezretî Îsa de Qûran maç kir û bû rojev

PeyamaKurd  Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn, li serbajarê Çeçenistan Grozniyê ligel Serokê Çeçenistanê Ramazan Kadirov serdana mizgefteke nû hatiye çêkirin kir.

Di serdana surprîz a Pûtîn de ku ji 2011an ve piştî 13 salan diçe Çeçenistanê de, kêliyên ku Qûran maç kir bû rojev di medyaya rûsî de.

Di dema serdana Mizgefta Hezretî Îsa ya Grozniyê de, Qûraneke bi kevirên giran neqişandî diyarî Pûtîn kirin. Pûtîn dema dîmen da medyayê rêz li Qûranê girt û tê gotin, dema pişta xwe zîviran ew maçî kiriye.

Hêjayî bibîrxistinê ye, Ramazan Kadirov piştevaniyeke xurt dide Pûtîn û ji destpêka şerê Ukraynayê de jî leşkerên wî şerê Kîevê dikin.