Parlamenterê Rûsî: Pêlîstokên seksê bi ser leşkerên Ukraynayê de bibarînin!

Parlamenterê Rûsî: Pêlîstokên seksê bi ser leşkerên Ukraynayê de bibarînin!

PeyamaKurd – Parlamentarekî Rûsyayê yê baskê jêrîn ê Dumayê pêşniyareke balkêş kir.

Parlamenterê rûsî Vitali Milonov di hevpeyvîneke radyoya bi navê Govorit Moskva de got ku hemû kargehên tiştên têkildarî seksê difiroşin daxin û wan hemû pêlîstokên seksê bi ser leşkerên Ukraynayê de bibarînin.

Milanov çendek berê jî dabû xuyakirin ku divê rê li ber fihûşê bê girtin û gotibû, bi fihûşê malbat ji holê têne rakirin û divê zewac bê teşwîqkirin.

Herwiha Milanov gotibû, “Diyariya herî baş a ji bo 8ê Adarê ku bidin jinan jî hemlebûneke (ducanîbûn) nû ye”.