Piçûktirîn gerestêrka gerok hate vedîtin

Piçûktirîn gerestêrka gerok hate vedîtin

Peyama Kurd - Lêkolînerên Amerîkî û Polonî li galaksiya Rêya Kadiz piçûktirîn gerestêrka gerok ku mezinahiya wê di navbera ya Dinya û Marsê de ye dîtin.

Li gor Daily Mailê, hêza kêşanê ya vê gerestêrka nû ne wek ya ti gerestêrkan e.

Astronotên Amerîkî û Polonî dane zanîn ku di encama çavdêriya Mîkrolensa Gravîtasyonê wan ev gerestêrk dîtine û diyar kirine ku ev gerestêrka gerok, ronahiya stêrkên dûr li pişt xwe dizivirîne û ji ber vê taybetiya xwe ronahiya van stêrkan mîna şûşeyê mezin dike ku wek heyberek mezin xuşa dikin.

Ji bo çavdêriya vê gerestêrka gerok, lêkolîneran daneyên Mîkrolensa Gravîtasyonê ya li "Zêdeka Galaktîkê" ku beşa navendî ya Rêya Kadiz e, bikar anîne û agahiyên stêrknasiyê jî bi teleskopa Varşovayê ya li çola Şîliyê kom kirine.

Li gor astronotên Amerîkî û Polonî modêlên sîmulasyonê yên vê gerestêrkê nîşan didin ku mezinahiya wê bi qasî mezinahiya navbera Dinya û Marsê de ye.

Lêkolîneran, di 2011an de 10 gerestêrkên gerok ên ku bi qasî Jupîterê mezin bûn û li dora ti stêrkan nedigeriyan vedîtibûn.