Piling û Keftarê Kurdistanê li Çiyayê Cûdî hatin hemberî hev

Piling û Keftarê Kurdistanê li Çiyayê Cûdî hatin hemberî hev

PeyamaKurd – Ji aliyê kamerayên termal ên ku li Çiyayê Cûdiyê yê Şirnexê hatine bicihkirin, kêliyên ku Pilingê Kurdistanê û keftar hatine hemberî hev hatin tomarkirin.

Li Ciyayê Cûdiyê Pilingên Kurdistanê yên ku kêm têne dîtin û keftarê ku cureyê wî li ber windabûnê ye hatin hemberî hev.

Dîmenên piling û keftaran ji aliyê kamerayên termal ve hatin tomarkirin.

Di dîmenan de tê dîtin ku piling derketiye cihekî bilind û di pozîsyona êrîşê de li keftar dinêre.Di dîmeneke din de jî tê dîtin ku 3 segav ber bi avê ve diçin û di nav avê de avjeniyê dikin.

Qeymeqemê Silopiyayê Cîhat Koç di derbarê mijarê de li ser hesabê xwe yê medyaya got, ew dîmen ji aliyê kamerayên termal ên hêzên ewlehiyê ve hatine girtin.

Cîhat Koç diyar kir, ev cara yekem e ku li welêt Parsê Anatolyayê (Pilingê Kurdistanê) û keftar di dîmenekê de têne tomarkirin.