Piştî guhertina navê Twitterê navê Tweet û Retweetan jî diguhere

Piştî guhertina navê Twitterê navê Tweet û Retweetan jî diguhere

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku piştî ku Elon Musk navê Twitterê bi navê ‘X’ guhert, niha jî dê navê Tweet û Retwetan jî biguherîne.

Karsazê Amerîkî Elon Musk piştî kirîna platforma medya civakî Twitterê guhertinên di wê platforma ku nêzî 540 milyon bikarhênerên wê hene de, dewam dike.

Niha jî li gorî zanyariyan amadekariya guhertina navên Tweet û Retweetan tê kirin.

Hin bikarhênerên beta yên Twitterê ragihandine ku dê li şûna Tweet ‘Post’ û li şûna Retweet jî peyva ‘repost’ bê danîn.

Li aliyê din piştî guhertina logoya Twitterê wekî X tabelaya li ser navenda platforma medya civakî ya San Francisco jî bi logoya ‘X’ a mezin hate guhertin.

Ev nivîs 210712 car hatiye xwendin.