Qeşema bi qasî tevahiya erdên welatê Arjantînê heliya
PeyamaKurd – Hate ragihandin ku li cemsera Antartîkayê qeşemeke bi qasî meziniya welatê Arjantînê heliyaye û ev jî ji bo avhewaya dinyayê tê wateya zengilê metirsiyeke mezin.
Li gorî nûçeya CNNê Navenda Berf û Qeşeman a Netewî ya Amerîkayê (NSIDC) helandina qeşema herî mezin a li Antarktikayê wekî asta herî bilind a 45 salan bi nav kiriye.
NSIDCyê diyar kiriye ku li gorî daneyan sala 2023yan rekora 2022yan a helîna qeşeman derbas kiriye û li gorî sala borî 1,6 milyon çargoşe qada qeşemê kêm bûye.
Hate destnîşankirin ku qeşema ku di navîna meha Tîrmehê de li Antartîkayê heliyaye bi qasî Arjantînê ye û wekî tevahiya rûbera erdên eyaletên Texas, California, New Mexico, Arizona, Nevada, Utah û Coloradoyê ye.
Ev rewş wekî metirsiyeke mezin a avhewaya dinyayê tê nirxandin ku her diçe germahî zêdetir dibe.
Ev nivîs 210690 car hatiye xwendin.