Rapora CS3: 2023 dibe sala herî germ a dîroka mirovahiyê!

Rapora CS3: 2023 dibe sala herî germ a dîroka mirovahiyê!

PeyamaKurd – Saziya Guhertina Avhewayê Copernicus (Koperbikûs – CS3)ku girêdayî Yekîtiya Ewropayê ye, rapora sala 2023an a li ser rewşa hewayê ya cîhanê belav kir.

Di raporê de hatiye gotin ku 2023 wê bibe sala herî germ a di dîroka mirovahiyê de û hat ragihandin ku di demsala havînê de germahiya global li Nîvqada Bakur gihîştiye asta rekorê.

Li gorî raporê, germahiya gerdûnî ya navîn di meha Hezîran, Tîrmeh û Tebaxê de ji sala 2019an gelek zêdetir bûye.

Cîgira rêveberiya C3S Samantha Burgess got: “Sê mehên borî, di dîroka mirovahiyê ya 120 hezar salan de mehên herî germ in.”

Burgess li gorî amaran eşkere kir ku meha Tebaxê meha herî germ bûye û wê 2023 bibe sala herî germ a ku mirovahiyê dîtiye.

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres jî berî niha hişyarî dabû ku hilweşîna avhewayê dest pê kiriye û girêdayîna bi sotemeniyên fosîl re, wê bibe sedema germahiyên metirsîdar.

Ev nivîs 210696 car hatiye xwendin.