Raport: Aqilê çêkirî, dê bandorê li karên bi milyonan mirovan bike

Raport: Aqilê çêkirî, dê bandorê li karên bi milyonan mirovan bike

PeyamaKurd- Li gorî raporteke nû ya lêkolînê, aqilê çêkirî dikare li Amerîkayê ji % 7 karan bigire û bandorê li karê bi milyonan mirovan bike.

Li gorî raportê, pêşketinên dawî yên di aqilê çêkirî de dibe ku ji bo hin kesan fikarên ewlehiya kar jî bi xwe re bînin.

Di raporta ku ji aliyê Goldman Sachs ve hat ragihandin de tê texmînkirin ku bi qasî 300 milyon kar dikarin ji aliyê aqilê çêkirî ve bikevin bin bandorê û wiha hat gotin:

"Heke aqilê çêkirî kapasîteyên xwe yên sozdar bi cîh bîne, dibe ku bazara kedê bi têkçûneke girîng re rû bi rû bimîne.”

Goldman got ku “Li Amerîkayê, nêzîkî ji %7ê kar, bi aqilê çêkirî dikare were guhertin, ji %63 ji aliyê aqilê çêkirî ve hatiye tekûzkirin û ji %30 jî di bin bandora vê rêjeyê de mane.”

Di raportê de hat diyarkirin ku teknolojiya ku bikaribe bi tena serê xwe alavên nû hilberîne, nûnertiya hebûna makroaboriyê ya herî mezin dike.

Her wiha hat diyarkirin ku di 10 salên pêş de dibe ku hînbûyîna aqilê çêkirî û qîmeta xizmetên giştî yên li ser mal, li gelemperiya cîhanê zêdetir belav bibe.

Ev nivîs 210702 car hatiye xwendin.