Roja Nifûsê ya Cîhanê: Zêdebûneke awarte heye

Roja Nifûsê ya Cîhanê: Zêdebûneke awarte heye

PeyamaKurd- Roja Nifûsê ya Cîhanê ku her sal di 11ê Tîrmehê de tê pîrozkirin, ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve bi parvekirina daneyên nifûsa zede ya cîhanê hat pêşwazîkirin. Li gorî raporta Bernameya Pêşketinê ya Neteweyên Yekbûyî (UNDP), nifûsa cîhanê ji 8 milyaran derbas bûye.

Neteweyên Yekbûyî, bi qebûlkirina pêşnûmeya ku ji aliyê UNDPê ve di sala 1989an de ji Lijneya Giştî ya NYê re hatiye pêşkêşkirin, her sal di 11ê Tîrmehê de ji bo ku bal bê kişandin ser gelê cîhanê, Roja Nifûsa Cîhanê pîroz dike.

Fona Nifûsê ya Neteweyên Yekbûyî (UNFPA) jî her sal di 11ê Tîrmehê de balê dikişîne ser mijarên girîng ên bi nifûsê re derdikevin holê.

Li gorî daneyên raporta Neteweyên Yekbûyî ya 2023yan; nifûsa cîhanê di sala 1999an de 6 milyar, di sala 2011an de 7 milyar, di 2022yan de jî 8 milyar bû.

Ji bo sala îsal jî hat destnîşankirin Hindîstan îsal bûye xwedî nifûsa 1 milyar û 428 milyon û 600 hezarî.

Di raportê de hat dîtin ku temenê jiyanê ya mirovan tê dîtin ku mêr bi 71 sal û jin jî 76 sal dijîn.

Li gorî daneyên UNFPAyê, tê texmînkirin ku zêdebûna nifûsa cîhanê li 8 welatan kom dibe. Van welatan jî Komara Demokratîk a Kongo, Misir, Etiyopya, Hindîstan, Nîjerya, Pakistan, Filîpîn û  Tanzanya ne.

Ev nivîs 210693 car hatiye xwendin.