Saziya Japonî Nihon Hidankyo hêjayî Xelata Nobela Aştiyê ya 2024an hate dîtin
PeyamaKurd – Xelata Nobela Aştiyê ya 2024an, bo saziyeke Japonî ya xebatan li dijî çekên nukleerî dike hate dayîn.
Enstîtuya Nobel a Oslo ya Norwêcê, saziya Nihon Hidankyo ya Japonî ku xebatên li ser nehiştina çekên nukleerî dimeşîne, hêjayî Xelata Nobela Aştiyê ya 2024an dît.
Xelat di civîneke çapemeniyê de hate eşkere kirin û hate gotin, ev tevgera ku piştî avêtina bombeyên atomî bi ser Hîroşîma û Nagazakiyê de, ji aliyê rizgarbûyan ve hatiye avakirin, bi awayekî eşkere û zelal û tevî şahidên bûyerê hewla ti carî bikarneaîna çekên atomî dane.
Hate diyarkirin ku ew ji ber van hewldan û xebatên xwe yên nehiştina çekên nukleerî li tevaya cîhanê hêjayî xelatê hatine dîtin.
Ev nivîs 79869 car hatiye xwendin.