Serokê Çînê, banga kontrolkirina aqilê çêkirî kir
PeyamaKurd- Serokê Dewleta Çînê Şi Jinping û karbidestên payebilind bang kir ku kontrola dewletê ya li ser aqilê çêkirî, zêdetir bibe.
Li gorî agahiyên hatin ragihandin, Şi Jinping û Partiya Komunîst di civîna Komîsyona Ewlekariya Neteweyî de li hev kir ku "kontrola ewlehiyê ya daneyên torê û aqilê çêkirî baştir bikin."
Hat destnîşankirin ku di hevdîtinê de bal hat kişandin ser hewcedariya "Amadebûna ji bo rewşa herî xirab û senaryoyên tund.”
Li gorî hat zanîn, Jinping li ser mijarê wiha gotiye: “Tevlihevî û giraniya kêşeyên ewlekariya neteweyî yên ku welatê me pê re rû bi rû maye, gelek zêde bûne.”
Çînê, di mehên dawî de ji bo ji holê rakirina xetereyên ewlekariya neteweyî dest bi kampanyayeke berfireh kiribû.
Ev nivîs 210691 car hatiye xwendin.