Tatlises car din ji Rihayê bû bernamzedê parlementeriyê: Ez ê sed carên din jî bibim!
PeyamaKurd – Stranbêjê navdar ê ji bajarê Rihayê Îbrahîm Tatlises, ji bo bernamzediya parlamenteriyê ya AK Partiyê cara pêncemîn serlêdan kir ku heta niha carekê jî wekî namzedê parlamenteriyê di hilbijartinan de nehatiye nîşandan.
Tatlises ku bi xwe alîgirekî Erdogan e û pê re derdikeve bernameyan, îro 28ê Adarê belgeyên xwe yên ji bo parlamenteriya bajarê Rihayê radestî Serokatiya AKPê ya Rihayê kir.
Îbrahîm Tatlises dema serlêdanê got: "Ji bo xizmeta Rihayê amade me. 50 caran bûme bernamzed, ez ê ji bo Rihayê 100 carên din jî bibim. Mebesta min çareserkirina pirsgirêkên Rihayê û xizmetkirin e.”
Ev nivîs 210705 car hatiye xwendin.