Teleskopa Fezayê, stêrkeke ji rojê germtir kifş kir
PeyamaKurd- li gorî agahiyên ku ji aliyê zanistên fezayê ve hatin ragihandin, ji aliyê Teleskopa Fezayê James Webbê ve stêrka herî dûr a gerdûnê hat dîtin.
Di agahiyên hatin parvekirin de hat diyarkirin stêrka ku navê wê "Earendel" e, tê texmînkirin ku bi qasî milyarek sal piştî Teqîna Mezin a ku 13,8 milyar sal berê pêk hatiye, çêbûye.
Ronahiya stêrka "Earendel" 12,9 milyar sal diviyabû ku xwe bigihîne lensiya Teleskopa Fezayê ya James Webbê.
Her wiha hat zanîn ku zanyaran hesab kirine ku Earendel niha 28 milyar salên roniyê ji cîhanê dûr e.
Kameraya Near Infrared a Webbê nîşan da ku Earendel di galaksiya Sunrise Arcê de stêrkeke tîpa "B" ye û hat diyarkirin ku Earendela ku tê gotin stêrkeke gelek mezin e û ji rojê 2 qat germtir e.
Tê texmînkirin ku Earendel bi qasî milyarek sal piştî Teqîna Mezin a ku 13,8 milyar sal berê pêk hatibû, çêbûye.
Rayedarên NASAyê jî di derbarê stêrka kifşkirî de daxuyanî da û wiha got,
Ev nivîs 210715 car hatiye xwendin."Van dîtinan qadeke nû ya fîzîka stêrkan vekiriye ji bo zanyarên ku li qadeke nû ya gerdûna destpêkê dixwînin ku galaksiyan berê hêmanên gerdûnî yên herî piçûk bûn. Tîmê dît ku ew tenê gengaz e ku yek ji yekem stêrên nifşê ku ji hîdrojen û helyûmê, madeyên xav ên gerdûnê di teqîna mezin de hatine çêkirin, hene.