Toyota heya 2026an 10 cûre erebên elektrîkî hildiberîne
PeyamaKurd – Şîrketa Toyota ya hilberîna otomobîlan heya niha xwe ji hilberîna otomobîlên bi elektrîkê dûr dihişt lê niha planekî çêkir ku di nav 3 salan de an ku heya sala 2026an, 10 cûre erebeyên elektrîkî hilberîne. Toyota di dinyayê de şîrketa duyeme ya ku hilberîna otomobîlan dike û wê plan kiriye heya sala 2026an 1 milyon û 500 hezar heb erebe hilberîne. Hem ji bo hilberîna pîlan, wê veberhênanekî mezin bike.
Ragihandin piştî CEO yê Toyotayê Akio Toyoda di 1 ê nîsanê de dest ji karê CEO tiyê berda û Koji Sato ket ciyê wî hat kirin.
Ev nivîs 210736 car hatiye xwendin.