UNESCOyê 42 deverên nû li lîsteya mîrata cîhanê zêde kir
PeyamaKurd – Di civîna Komîteya UNESCO ya Mîratên Cîhanê de ku ji aliyê nûnerên 21 welatên Neteweyên Yekbûyî ve hate lidarxistin de, 42 deverên nû li lîsteya mîrata cîhanê hatin zêdekirin.
Di civîna 45emîn a Komîteya UNESCOyê ku li paytexta Erebistana Siûdî Riyadê birêve çû de, 33 deverên çandî û 9 deverên siruştî tê de bi giştî 42 deverên nû li lîsteya UNESCO ya deverên bên parastin hatin zêdekirin.
Li gorî biryarê, 15 ji wan deveran li Ewropayê, 12 li Asyayê, 6 li Afrîkayê, 6 li Bakur û Başûrê Amerîkayê û 3 deverên ketine lîsteyê jî li Rojhilata Navîn in.
Hate ragihandin ku ji sala 1982yan ve lîsteya mîratên zindî û dîrokî yên cîhanê herî zêde di vê civînê de hatiye berfirehkirin.
Ev nivîs 210691 car hatiye xwendin.