Xwediyên Xelata Nobelê ya Fîzîkê diyar bûn

Xwediyên Xelata Nobelê ya Fîzîkê diyar bûn

PeyamaKurd- Di civîna çapemeniyê ya ku li Akademiya Zanistî ya Keyîtiya Swêdê hat lidarxistin de xwediyên Xelata Nobelê ya Fîzîkê ya 2023an hatin eşkerekirin.

Di civîna çapemeniyê de hat gotin ku Agostini, Krausz û L'Huillier rêyek ji bo afirandina pêlên kurt ên ronahiyê kifş kirine ku ji bo pîvandina pêvajoyên ku elektron tê de diçin an jî enerjiyê diguherînin were bikaranîn.

Xelatên Weqfa Nobelê ya ku piştî wefata Alfred Nobelê Swêdî di 9ê Hezîrana 1900î de hat avakirin, ji kesên ku ji mirovahiyê re xizmetê dikin, wekî xelatên herî bi prestîj ên cîhanê tên dîtin.

Xelatên Nobelê, ji aliyê Akademiya Zanistî ya Keyîtiya Swêdê, Akademiya Swêdê, Enstîtuya Karolinska û Komîteya Nobelê ya Norwêcê ve tên dayîn. Kes an rêxistinên ku di 5 şaxên cuda de herî serkeftî tên dîtin, fîzîk, kîmya, wêje, aştî û derman in.

Ev nivîs 210685 car hatiye xwendin.