Zanist: Kifşa dawî nîşan da ku nebat ne bê deng in

Zanist: Kifşa dawî nîşan da ku nebat ne bê deng in

PeyamaKurd- Li gorî lêkolînên dawî yên zanistan, hat ragihandin ku nebat dengên ku guhên mirovan nabihîzin derdixin û dema tî dibin an jî di bin stresê de bin, van dengan zêde dikin.

Di lêkolîna ku di di kovara lêkolînê ya "The Cell" de hat weşandin de zanistên botanîstanê diyar kir ku nebat berovajî tiştên ku tê zanîn ne "afirîdên bêdeng" in.

Profesor Lilach Hadany ku dekanê Fakulteya Zanistê ya Zanîngeha Tel Avîvê ye, ji CNN re axivî û got:

"Gelek organîzmayên ku bersivê didin dengan hene, ji ber vê yekê ez fikirîm ku sedemek me ya baş tuneye ku em bawer bikin nebat kerr û lal in."

Hadany ê ku 6 sal berê di laboratûara xwe de yekem car dengê kaktusekê bi mîkrofona ultrasonîk tomar kiribû, diyar kir ku ew baş qanih nebûye bê ka dengê ku wî tomar kiriye ji kaktusê tê yan jî tiştekî din ji hawîrdorê tê.

Zanist Hadany diyar kir ku berê dihat zanîn ku nebat lerizînek çêdikin, lê tu delîl tuneye ku ev veguhere pêlên deng ên li hewa belav dibin.

Hadany destnîşan kir ku ew û tîma xwe, di qutiyên deng ên denggirtinê de xebitîn û da zanîn ku tîmê mîkrofonên ultrasonîk ku dikarin dengên di navbera 20 û 250 kîlohertz de tesbît bikin, danîne nav sindoqên ku şitlên titûn û firingiyan tê de ne û hin beşên hin riwekan jêkirin, hinekan bê av hiştin û yên din jî qet dest nedan wan.

Hat diyarkirin ku tîmê dengên di navbera 40 û 80 kîlohertz de tomar kirin ku ji guhê mirovan nayê bihîstin. Tîmê ragihand ku ev deng dişibin dengê gilgilê ku tê teqandin.

Her wiha hat gotin ku tîmê dît ku nebatên di bin stresê de ne, bêhtir dengan derdixin.

Ev nivîs 210703 car hatiye xwendin.