Zanyaran ji bo ‘aqilê çêkirî’ hişyarî da: Dibe ku mirovahiyê tune bike!
PeyamaKurd – Zanyarên Navenda Ewlehiya Aqilê Çêkirî ya Amerîkayê bi daxuyaniyeke hevpar bal kişandin ser xeteriyên aqilê çêkirî di pêşerojê de û ragihandin, ‘Dibe ku bibe sedema tunekirina mirovahiyê.”
Li gorî nûçeya BBCyê, rêveberên bernameyên aqilê çêkirî yên OpenAI û Google DeepMind jî di nav de, hejmarek zanyaran hişyariya aqilê çêkirî dan û gotin, ev teknolojî li ser hebûna mirovahiyê xeteriyan çêdike.
Di daxuyaniyê de hatiye gotin, “Divê karê pêşîn kêmkirina xeteriyên aqilê çêkirî li ser mirovahiyê û têkoşîna dijî nexweşiyên pandemîk û şerê nukleerî be.”
Li aliyê din Geoffrey Hinton ê wekî kaşifê aqilê çêkirî tê naskirin jî bal kişandiye ser xeteriyên pêşveçûna aqilê çêkirî û hişyarî dane
Di nav zanyar û pisporên cîhanê de, li ser aqilê çêkirî nêrîneke hevpar nîne û hinek ji wan dibêjin, ti xeteriya wê li ser mirovahiyê tune ye.
Ev nivîs 210702 car hatiye xwendin.