Êrîşa 2020an û 2024an: Armanca Îranê çi ye?
PeyamaKurd – Îranê ji destpêka şerê Îsraîl-Hemasê jî gefan li Îsraîl û Amerîkayê dixwe û bi rêya hêzên xwe yên wekîl êrîşan dide kirin. Lê îtibara Îranê ya li hember raya giştî her diçe kêm dibe û ji ber nikare rasterast rûbirûyî Îsraîl û Amerîkayê bibe ji aliyê alîgirên xwe ve rastî rexneyan tê.
Di demeke wiha de, Îranê Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê kire hedefa xwe û bêyî ti Amerîkî û Îsraîliyek bê kuştin, Kurdên sivîl û bêguneh qetil kirin.
Tişta balkêş ev e ku Îranê yekem car êrîşa bi moşekên balîstîk û dronan a şeva 15 Çileyê bi 16ê Çileyê ve girê dide, bi duxaniya Supaya Pasdarên Îranê bi fermî girte ser xwe.
Rêveberiya Bexdayê jî piştî vê êrîşê helwesta xwe ya berê guhert û tevî daxuyaniyên şermezarkirinê wekî ‘çalakiyeke dijminane’ ya ser serweriya Iraqê pênase kir. Herwiha cara yekem Iraqê ji bo êrîşeke Îranê gilî li Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî kir.
***
Gelo Îranê li Hewlêrê li kê xist?
Di daxuyaniyên pêşî yên Îranê de, dihat gotin ku wan li baregehên Amerîka û Konsulxaneya Hewlêrê xistiye. Paşê hate îdiakirin ku derdora konsulxaneyê hatiye bombe kirin. Heta bû sibeh jiî vê carê gotin, wan li baregeha MOSSADê ya li Hewlêrê xistiye.
Tevî propagandaya medyayî ya Îranê jî hemû îdiayên derbarê êrîşa Hewlêrê de pûç derketin.
Bilez derket holê ku moşekên Îranê mala karsazê Kurd Pêşrew Dizeyî yê xwediyê Falcon Groupê armanc kirine ku Dizeyî karsazekî naskî yê projeya Empire World li Hewlêrê daye destpêkirin û di gelek warên cuda yên wekî avahîsazî û petrolê de, kar dike bû.
Tişta balkêş ev bû ku Îranê cara yekem bi fermî ragihand ku wan ne bi hêzên wekîl bixwe êrîşî armanceke Amerîkayê ango MOSSADê kiriye. Yanê rejîma Tehranê cara yekem bi nasnameya xwe ev êrîş girte ser xwe.
Em 8ê Çileya 2020an bibîr bînin
Hêjayî bibîrxistinê ye 8ê Çileya 2020an jî Îranê bi hinceta tolhildana Qasim Suleymaniyê Fermandarê Hêza Qûds ku li Bexdayê ji aliyê Amerîkayê ve hatibû kuştin, êrîşî baregehên Amerîkayê kiribû.
Serokê Amerîka yê wê serdemê Donald Trump derbarê êrîşên Îranê de, daxuyaniyeke balkêş dabû û gotibû, Îraniyan ji wan re gotiye, ew dê ji bo îmaja xwe baş bikin êrîşan bibin ser wan baregehan.
Di wê êrîşa Îranê de jî ji bilî iraqiyan ti welatiyekî Amerîkî nehatibû kuştin.
Bi kurtî şanoya Tehranê, bi daxuyaniya Trump hatibû îfşa kirin!
***
Êrîşên Îranê yên berdewam li ser Hewlêrê
Wekî tê zanîn, Îsraîlê 23yê Kanûna 2023yan di êrîşekê de, li Sûriyê Fermandarê Pasdarên Îranê yê Hêza Qûds li Sûriyê, Razî Musewî kuştibû.
Herî dawî di êrîşa DAIŞê ya Kirman a Îranê de, ku di merasîma salvegera Qasim Suleymanî de hatibû kirin, zêdetirî sed kes hatibûn kuştin. Wekî ku dixuyê, ev bûyerên dawîyê dişibin heyama piştî kuştina Suleymanî.
Ji ber ku Îran wekî Trump dibêje, neçar bû ji bo prestîj û îtibara xwe, tolê bistîne.
Lê diviyabû ev tolhildan jî bêyî ku Îsraîl û Amerîkayê aciz bike pêk were…
Nêzîkatiya Îranê ya bo PDK û YNKê
Dema em bala xwe didin ser polîtîkaya Îranê ya bo Kurdan, polîtîkayeke belawela derdikeve pêş. Bi nêrîneke cuda em dikarin bêjin, polîtîkayeke Îranê ya giştî bo Kurdan nîne, lê polîtîkayên wê yên li ser kom û hêzên cuda yên Kurdan hene..
Îran bi vî awayî her tim hewl dide Kurdan bera hevdu bide. Loma jî têkiliyên li Silêmaniyê bi Talebaniyan û YNKê re danîne, rastiyeke li ber çavan e.
Îran li Hewlêrê jî bi PDK ya hikûmeta Kurdistanê birêve dibe re, di nav pêwendiyan de ye. Em bibîr bînin ku PDK li Îranê bixwe xwedî serboriyeke dewletî ye. Lê PDK ya Îranê jî wekî rêxistina terorê tê pênasekirin.
Li aliyê din, ji dîrokê tê zanîn ku Îranê gelek caran YNK ji bo PDKê lawaz bike derxistiye pêş û piştgiriya wan kiriye.
Gelo Îranê ji ber zordana hêzên wekîl li Hewlêrê xist?
Ji destpêka şerê Xezzeyê ve, helwesta Îranê ji aliyê komên alîgirên wê ve rastî rexneyan tê. Îrana ku tim dibêje, ew parêzvana yekem a Îslamê ye û îdia dike, ew bi mezlûman re hevkariyê dike, hê jî li ser mijara Filîstînê ti gaveke berçav neavêtiye.
Ev jî rastî rexnexên komên wekîl ên girêdayî Îranê tê ku li Iraq û Sûriyê vê valahiyê bi êrîşkirina ser baregehên Amerîkayê tije dikin û li Yemenê jî Tevgera Hûsiyan li Derya Sor keştiyên bazirganî bi hinceta diçin Îsraîlê dike armanc.
Êdî eşkere ye ku ew komên girêdayî Îranê, fişarê li ser Tehranê dikin ku bertek û helwesta xwe tund bike.
Bi taybet jî Hûsiyên Yemenê piştî kuştina Musewî berevajî daxuyaniya fermî ya Îranê ku gotibû, ‘mafê bersivdanê parastiye, ew ê di demeke guncaw de bersivê bidin’, ragihandibû ku ew daxuyanî tê wateya bersivnedana êrîşa Îsraîlê.
Wekî encam; Aktorên hêzên wekîl zorê didin Îranê ku Amerîka û Îsraîlê bike hedefa êrîşan. Lê Îranê jî heta niha nedixwest xwe nêzî Amerîka û Îsraîlê bike.
Wisa dixuyê ku; rejîma Îranê li ser banga hêzên xwe yên wekîl, bêyî ti kesekî Îsraîlî û Amerîkî bikuje çareyek dît û ew bombekirina Hewlêrê bû!
Ev nivîs 210710 car hatiye xwendin.