32 sal berê çiraya azadiyê hat vêxistin: Raperîna Gelê Kurdistanê dest pê kir

32 sal berê çiraya azadiyê hat vêxistin: Raperîna Gelê Kurdistanê dest pê kir

PeyamaKurd – Gelê Başûrê Kurdistanê li dijî rejîma Beas a Iraqê ku ji kîmyabaran û enfalê bigirin heta her cûre êrîş û zordestiya dagirkeriyê, li Ranyayê 5ê Adara 1991ê dest bi raperîna rizgarkirina Kurdistanê û mafên gelê Kurd kir.

Rêya azadî û rizgariyê vebû…

Raperîna gelê Kurdistanê di meha Adarê de dest pê kiriye ku ew meh ji bo Kurdan gelekî girîng e û heta roja 21ê Adarê Cejna Newrozê gelek rojên taybet ji bo Kurdan tê de hene.

Gelê Başûrê Kurdistanê serê xwe li dijî rejîma zordest a Iraqê 5ê Adarê serî hilda û bi vê serhildanê re rêya azadî û rizgariyê vebû.

Bajar û bajarokên Kurdistanê hatin rizgarkirin

Beriya serhildanê, hevpeymaniya partiyên Başûrê Kurdistanê di çarçoceya Eniya Kurdistanî de, bi yekgirtî tevgeriyan û piraniya bajar û bajarokên Başûrê Kurdistanê hatin rizgarkirin.

5ê Adara 1991ê yekem nexşeya serhildanê hat bicihkirin û di heman rojê de gel bi piştevaniya Pêşmergeyên Kurdistanê, bajarê Ranya û derdora wê rizgar kirin û hemû sazî û baregehên leşkerî yên rêjîma Beis xistin destê xwe, ji wir ve jî raperîna xelkê û Pêşmergeyan li bajar, bajarok û navçeyên din ên Kurdistanê belav bû.

Qonaxene dîrokî…

Raperîn, berhema hevkarî û hemahengiya partiyên Eniya Kurdistanî û gelê Kurd bû. Di şoreşa tevgera rizgarîxwaza gelê Kurdistanê de ku di encama wê de Herêma Kurdistanê ava bû, qonaxeke dîrokî bû.

Heta 21ê Adarê tevahiya Başûrê Kurdistanê hat rizgarkirin

Serhildanê ji Ranya dest pê kir û bi vegerandina Kerkûkê di roja 21ê Adara 1991ê de, tevahiya Başûrê Kurdistanê ji destê Partiya Beis hat rizgarkirin.

Serok Barzanî pêşengiya Raperînê kir

Hêjayî bibîrxistinê ye ku Serok Mesûd Barzanî, di sala 1988an de pêşbîniya guhertinên mezin kiribû û ligel serkirdeyên din ên siyasî yên Eniya Kurdistanî, hevşanê Pêşmerge, beşdarî rizgarkirina hemû bajar, bajarok û navçeyên Kurdistanê bûbû.

Serok Barzanî, di destana Korê de jî, serkêşiya eniya şer kir ku di encamê de rêjîm neçar kir daxwaza diyalogê ligel Eniya Kurdistanî bike.