ANALÎZ | Çarenivîsa bi hezaran malbatên DAIŞê yên li Kampên Hol û Roj...

ANALÎZ | Çarenivîsa bi hezaran malbatên DAIŞê yên li Kampên Hol û Roj...

PeyamaKurd – Piştî têkçûna DAIŞê li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê, bi deh hezaran zarok û jinên çekdarên DAIŞê li Kampên Hol û Roj ên li Rojavayê Kurdistanê hatin bicihkirin ku bi salan e pirsa vegerandina wan bo welatên wan nehatiye çareserkirin.

Rêveberiya Xweser a li Rojavayê Kurdistanê û Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) gelek caran bangewazî li civaka navdewletî û Neteweyên Yekbûyî (NY) kirine ku çareyekê ji vê rewşê re bibînin, ji ber ku metirsiyeke mezin li ser herêmê û cîhanê çêdikin.

Raportorê Taybet ê NY Fionnuala Ní Aolain, herî dawî 22yê Tîrmehê serdana kampan û navendên binçavkirina malbatên DaIŞê kir û ragihand, êdî divê proseyeke yasayî tune be jî ev rewş bidawî were.

Di rewşeke xirab a mirovî de dimînin

Ní Aolain, bal kişandiye ser serdana xwe ya kampan û navendên binçavkirinê yên li herêmên Sûriye û Rojavayê Kurdistanê û gotiye, wî şahidiya zehmetiyên mezin ên mirovî kiriye ku kêşeyên av û elektrîkê hene û herwiha xizmetên tenduristiyê gelekî qels in.

Li gorî amarên dawî li kampên Roj û Hol ên Rojavayê Kurdistanê 52 hezar kes têne girtin ku ji wan 60%ê wan zarok in û 80%ê wan jî temenê wan di bin 12 saliyê de ne.

Hîn welatiyên 57 welatan li kampên Rojava dimînin

Li gorî raportorê NY zarokên kur piştî digihin temenê kamilbûnê dêyên xwe dihêlin û diçin û herwiha vegerandina wan bo welatên wan jî ji ber berdewama şerê navxwe yê Sûriyê û zêdebûna welatiyên biyanî gelekî zehmet e.

Li gorî rapora Neteweyên Yekbûyî heta niha welatiyên 36 welatan ên malbatên DAIŞê hatine vegerandin, lê yên 57 welatan jî hîn nehatine vegerandin ku hejmara wan bi deh hezaran e.

Ji bo vegerandina wan 20 sal pêwîst e

Tevê hemû hewldanên NY û bangewazîyên Rêveberiya Xweser, li gorî pisporan ku raporên NY jî vê yekê piştrast dikin, herî kêm ji bo vegerandina bi deh hezaran zarok û jinên DAIŞê bo welatên wan pêwîstî bi 20 salan heye.

Piraniya wan di kampên kontrola HSDê de ne

Di raporên NY de tê diyarkirin ku piraniya endamên rêxistinê û malbatên wan niha di kampên di bin kontrola HSDê de ne ku ji sala 2014an ve digel Hevpeymaniya Navdewletî şerê DAIŞê dikin.

Kampên navborî wekî bombeyeke li ber teqînê têne binavkirin ku ji bilî kuştinan gelek serhildan di wan de pêk tên û metirsiyeke mezin li ser herêmê çêdikin.