ANALÎZ | ‘Dahatûya Îran û herêmê ber bi nediyariyekê ve hate kaşkirin’

ANALÎZ | ‘Dahatûya Îran û herêmê ber bi nediyariyekê ve hate kaşkirin’

PeyamaKurd – Yek ji kovara girîng a Amerîkî Foreign Policy, analîzek li ser bandora mirina Serokomarê Îranê Îbrahîm Reîsî ya li ser Îranê û herêmê belav kir ku tê de dibêje; kî were şûna Reîsî bila were, di stratejiya siyasî û olî ya Îranê de, guhertineke berbiçav xuya nake.

Herwiha hatiye bibîrxistin ku dibe piştî mirina Reîsî, protestoyên dema kuştina keça Kurd Jîna Emînî ji nû ve zindî bibin û Sûpaya Pasdarên Îranê jî rola xwe di rêveberiya welat de xurtir bike.

Dahatuya Îranê û herêmê ber bi nediyariyekê ve hate kaşkirin

Bi ketina helîkoptera Reîsî û kesên pilebilindên pê re ku hemû mirin, dahatûya Îran û herêmê ber bi nediyariyekê ve hate kaşkirin.

Mirina Reîsî, dibe ku nîşaneya bidawîbûna xeta tund a siyaseta Îranê ya li Rojhilata Navîn be ku hatibû asta şerekî herêmî.

Gelo dibe ku polîtîkayên Îranê biguherin?

Di analîzê de tê bibîrxistin ku Reîsî di heya 3 salên deshilata xwe de, polîtîkaya Îranê ber bi muhafezekariyê ve kişand û lêgerîna ji bo çareseriyekê di bernameya nukleerî ya ligel welatên Rojavayî de ku di serdema Hesen Rûhanî de nermbûnekê dest pê kiribû, bidawî anî.

Di serdema Reîsî yê ku kesayetekî pir nêzî ketina şûna Rêberê Olî Ayetullah Elî Xaminey bû de, Îranê dewlemendkirina ûranyomê berdewam kiri.

Herwiha Îranê bi dayîna dronên kamîkaze û çekên topavêj bo Rûsyayê di şerê Ukrayna de, alîkariya Rûsyayê kir. Resî beriya mirina xwe bi mehekê jî êrîşeke mezin a bi drone û fuzeyan li dijî Îsraîlê pêk anî.

Li gorî pispor kî were şûna Reîsî jî ji ber stratejiya wî ya siyasî di asta bilind a rêbertiya olî de jî hatiye peyitandin, ne mimkun e di polîtîkaya Îranê de guhertinek pêk were.

Lêkolîner Behnam Ben Taleblu dibêje; “Reîsî hebe jî nebe jî, rejîma Îranê ji guhertinên Rojhilata Navîn (piştî şerê Hemas-Îsraîl) per kêfxweş e.”

Analistler son parlamento seçimlerine katılımın rekor düzeyde düşük olduğunu belirtiyor. Dahası, Hamaney ve müttefikleri 2021'deki son cumhurbaşkanlığı seçimlerinde Reisi'nin kazanmasını sağlamak ve potansiyel rakipleri diskalifiye etmek için büyük çaba sarf etti.

Di hilbijartinên dawî yên parlamentoya Îranê de rêjeya beşdariya hilbijartinan bi awayekî rekor kem bû. Xaminey û hevpeymanên wî di hilbijartinên 2021ê de ji bo serketina Reîsî û beralîkirina hevrikên wê gelekî xebitîn.

Destê Reîsî di îdamkirina 5 hezar muxalîfan de heye

Reîsî beriya bibe serokomarê Îranê, sala 1988an bi texmînî di îdamkirina 5 hezar kesên muxalîf de rola wî hebûye ku di komîteya mirinê ya Îranê de berpirs bû.

Helwesta tund a Reîsî ya dijî muxalîfan û bi taybet jî piştî kuştina keça Kurd a 22 salî Jîna Emînî di Îlona 2022yan de ku bi hinceta hîcabê piştî hatibû binçavkirin can dabû, prostesto li seranserê Îranê belav bûn.

Çi li benda Îran û herêmê ye?

Tê çaverêkirin piştî mirina Reîsî di nav 50 rojan de hilbijartinên serokomariya Îranê bêne kirin. Li gorî analîzê îhtimal heye mirina Reîsî dahatuya Îranê zêdetir ber bi alozbûnê ve bibe.

Sûpaya Pasdarên Îranê di nav hêzên çekdarên Îranê beşek zêde aboriya welat kontrol dikin û ev jî dibe ku di nav hêzên dewletê de nakokiyan kûrtir bike.

Li gorî pisporên siyasî yên Îranê, mirina Reîsî wê siyaseta Îranê jî bihejîne û sedema wê çi dibe bila bibe, wê di nav rejîmê de kiryarên cinayetan zêde bibin.

Pisporên Rojhilata Navîn didin zanîn, kesên ku di hilbijartinên pêşwext de were ser erka serokomariya Îranê, nayê pêşbînîkirin bi welatên Rojavayî re siyaseta nermbûnê hilbijêre. Lê belê dibe ku mirina Reîsî ji bo zindîbûna protestoyên dijî Îranê deriyekî piçûk veke.


 

Ev nivîs 98010 car hatiye xwendin.