ANALÎZ | “Divê Biden siyaseta ku leşkerên Amerîkî dike hedefa êrîşan biguherîne”
PeyamaKurd – Bi şerê Îsraîl-Hemasê yê Xezzeyê re, milîsên çekdar ên girêdayî Îranê êrîşên xwe yên bi ser baregehên Amerîkî yên li Iraq û Sûriyê de zêde kirin.
Li nav erdên Iraq, Herêma Kurdistanê û Sûriye û Rojavayê Kurdistanê ji 7ê Cotmeha 2023yan bi dehan êrîşên moşekî û dronan li ser binkeyên hêzên hevpeymaniyê û Amerîkî hatin encamdan ku Amerîkayê jî hefteya borî di salvegera kuştina Qasim Suleymanî de, baregeha komeke Heşda Şeibî ya li Bexdayê armanc kir û fermandarekî payebilind jî kuşt.
Li ser van geşedanan niha li Iraqê di asta herî bilind de, hewldanên derxistina hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê ku Amerîka pêşengiya wê dike, dest pê kirine.
Li aliyê din li Washingtonê jî nîqaşên pêwîstiya hebûna Amerîkayê bi taybet li Iraqê tê nîqaşkirin.
Derbarê mijarê de, weşana Nationel Interest bi pênûsa Dogh Bandow analîzek bi sernavê, “Divê Biden siyaseta ku leşkerên Amerîkî dike hedefa êrîşan biguherîne” weşand.
Destwerdana derve xizmeta Amerîkayê nake
Di analîzê de tê bibîrxistin ku destwerdanên derveyî yên ser ewlehiya Amerîkayê û şerên bêdawî xizmeta Amerîkayê nakin, lê li şûna wê Amerîka xwe ji destwerdana aloziyên herêmên piçûk dûr bixe, wê çêtir xizmeta wê bike.
Êrîşên bi moşek, top û dronan bûne rûtîn
Çend roj berê, hin birîndarên êrîşa koma Ketaîb Hizbullah û komên girêdayî wê li Iraqê, ji Baregeha Hewlêrê ya Asmanî, bo Almanyayê hatin veguhestin. Rewşa yek ji birîndaran xeter bû. Li gorî Rêveberiya Biden û Fermandariya Hêzên Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) bersiva êrîşan hatiye dayîn û hejmarek milîtan hatine kuştin.
Lê belê hikûmeta Bexdayê ya qaşo hevpeymana Amerîkayê jî ragihand ku di êrîşa Amerîkî de, 18 sivîl birîndar bûne û êrîş rexne kir.
Êdî êrîşên bi top, moşek û dronan ên ser baregehên Amerîkî yên li Iraq û Sûriyê û balyozxaneya Bexdayê bûne tiştekî rûtin. Tenê ji 17ê Cotmehê heta niha zêdetirî 100 êrîş pêk hatine û gelek kes jî birîndar bûne.
‘Amerîka bêyî stratejîyeke zelal li Iraq û Sûriyê dimîne’
Berdevkê Konszeya Ewlekariyê yê Koşka Spî Adrienne Watson, bi israr dibêje; “Ji bo Serok Biden tişta herî girîng, parastina personelên Amerîkî ye”, lê mixabin ev îdia tenê tewşîtî ye. Ji ber ku hêzên Amerîkî bêyî ti stratejî û armancên zelal hebûna xwe ya li Iraq û Sûriyê didomînin. Herwiha brîndarbûna leşker û personelên Amerîkî jî dewam dike.
Watson gotiye, heger êrîş berdewam bikin, wê di dem û cihê em hilbijêrin de, hêzên amerîkî bikevin tevgerê, lê diyar e ku milîsên piştevaniya xwe ji Îranê distînin, qet ji vê netirsiyane. Lewma jî ev ji bo wan hêzên xizmetê yên Amerîkî neheqîyeke mezin e ku rastî êrîşan tên.
‘Rêveberiya Biden hêzên Amerîkî bêyî ti armancê kiriye hedefa milîsan’
Di analîzê de, rexne li Biden têne kirin û tê got, mixabin Serok girîngiyê nade, berwejendiyên netewî û aramiya artêşê. Ji ber ku li Sûriyê bi qasî 900 leşkerên Amerîkî hene, li Iraqê 2500 leşkerên Amerîkî hene û rêveberîya Amerîka bêyî ti armancan ew bicih kirine û bûne hedefa êrîşên milîsên Îranê.
Di raya giştî ya Amerîkî de, nîqaş tê kirin ku heger êrîşeke berfireh a bi moşek û dronan li ser baregehên Amerîkî de bê kirin, dibe ku gelek amerîkî bêne kuştin û wê daxwaz ji rêveberiyê bê kirin ku bersiv û daxuyaniyeke cidî bide. Û herwiha Amerîka dibe ku bi vî awayî xwe di nav şerekî din ê li Rojhilata Navîn de bimîne.
‘Divê Amerîka bi cihkirina hêza tirsandinê re diranê xwe nişanî Îranê bide’
Di beşeke din a analîzê de, hatiye destnîşankirin ku li gorî hin nirxandinan, pêwîste Rêveberiya Amerîkayê rotaya xwe li Rojhilata Navîn biguherîne û diranê xwe nîşanî Îranê bide.
Li gorî nirxandinan, tenê dermanê vê jî, bicihkirina hêza tirsandinê li herêmê ye. Wê ev jî were wê wateyê ku heke Tehran komên milîs venekişîne, dê hebûnên wê yên leşkerî û nukleerî bibin hedefa êrîşa Amerîkayê.
Doug Bandow, di nivîsa xwe de balê dikişîne ser aloziyên Rojhilata Navîn, milmilaneya Rûsya-Amerîka û Îranê û herwiha nakokiyên bi Çînê re li ser Taywanê û şerê Xezze yê Îsraîl û Filîstînê û vê pirsê dike: Gelo rêveberîya Amerîka dixwaze şerekî berfireh û biha yê ku îstiqrara herêmê têk bide, li dijî Îranê bide destpêkirin?
Amerîkayê soza ku ji bo Kurdan heta hetayê li Sûriyê bimîne nedaye
Rexne li rêveberiya Biden tê kirin ku hebûna hêzên Amerîkî ya li Sûriyê bêyî soza bidawîkirina şerê navxwe û çareseriya krîzê berdewam dike û tevî wê jî rastî êrîşên tacîza Îran, Rûsya û hêzên rejîma Sûriyê tên.
Li gorî ku xuya dibe, Sûriye ji aliyê aborî, siyasî û leşkerî ve niha enqazek e û gefê li ti aliyekî naxwe. DAIŞ jî hatiye têkdan. Bi qasî tê dîtin, Amerîkayê soza ku heta hetayê ji bo Kurdên Sûriyê biparêze li Sûriyê bimîne jî nedaye.
Washingtonê li dijî DAIŞê alîkariya wan kir, ne ku wan. Rejîma Esed jî her çiqas hov be jî sê rêveberîyên Amerîkayê jî nekarîn wî Beşra Esed ji kar dûr bixin.
Hevpeymanên Amerîka yên li Rojhilata Navîn jî ji nû ve têkiliyên xwe bi Şamê re xweş dikin. Siyaseta Washingtonê ya cezakirina bi birçîbûnê ya gelê Sûriyê hem qirêj hem jî ji hêla pratîkê ve helwesteke ehmeqî ye.
Dibe ku hebûna li Iraqê Amerîkayê bikşîne nav şerekî mezintir
Di dawiyê de jî hatiye gotin ku ji ber sedemên hatine jimartin, divê personelên Amerîkî bi taybet yên li Iraqê vegerin malên xwe, ji ber ku gelek kêşe û nakokiyên wî welatî hene û niha rewş ji wê dema ku DAIŞ bûbû dewleta terorê jî wêdetir e.
Niha Bexda dikare bi alîkariya cîranên xwe li dijî wan gefan derkeve, lê Amerîka jî niha hedefeke guncav e û dibe ev yek Washingtonê bikişîne nav şer û pevçûnên mezintir.
Herwiha hatiye diyarkirin, ger pêwîstî bi destwerdaneke Amerîka li herêmê hebe, ji 45 hezaran zêdetir hêz li gelek baregehên cuda yên herêmê hene û hejmar demên dawî hîn jî hatiye zêdekirin.
Ev nivîs 210706 car hatiye xwendin.