ANALÎZ | ‘Erdogan neçar ma ku kampanya hilbijartinê biguherîne’

ANALÎZ | ‘Erdogan neçar ma ku kampanya hilbijartinê biguherîne’

PeyamaKurd – Ajansa  Asian News International (ANI) ku 51 sal in weşanê dike, li ser erdhejên li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê û hilbijartinên 2023yan ên Tirkiyeyê analîzek weşand.

Di analîza ajansa ANI de, li ser erdhejên 6ê Sibatê ku zêdetirî 50 hezar mirovan can dane û bajar wêran bûne analîzeke balkêş li ser hilbijartinên 2023yan ên Tirkiyeyê û Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan hat belavkirin.

Di sernavê analîza Asian News International derbarê erdhejan de hatiye gotin: “Piştî erdhejan Erdogan neçar ma awayê kampanyaya xwe ya hilbijartinê biguherîne”

“Neçar ma ku kampanyaya hilbijartinê biguherîne’

Mezinbûna karesata erdhejên 6ê Sibatê hat bibîrxistin û wiha tê gotin:

“Bi hezaran mirov mirin û birîndar bûn. Zêdetirî 164 hezar avahî hilweşiyan û ziyanê 80 milyar dolaran derbar kir. Ev felaketa herî mezin a serdema modern e li Tirkiyeyê. Vê rewşê hişt ku Serokomar Recep Tayyip Erdogan neçar bimîne awayê kampanyaya xwe ya hilbijartinê biguherîne.”

‘Wê di vê hilbijartinê de biryara jiyana siyasî ya Erdogan bê dayîn’

Di dewamê de tê diyarkirin ku salvegera 100 saliya damezrandina Tirkiyeyê de, rewşeke sembolîk, dramatîk û girîng derketiye holê ku wê di vê hilbijartinê de, li ser jiyana siyasî ya Erdogan ku 22 sal in siyasetê domîne dike biryar bê dayîn.

Herwiha hat gotin ku Erdogan beriya erdhejê bingeha kampanyaya xwe li ser krîza aborî danîbû û ji bo zêdekirina mehaneyên asgarî (herî kêm), zêdekirina mûçeyên xanenişînan û xanenîşîniya pêşwext (EYT) hikûmeta xwe xistibû tevgerê.

‘Ajandaya opozîsyonê rasteqîntir e’

Di analîza ANI de tê destnîşan kirin, niha wê Erdogan hewl bide xelkê Tirkiyeyê razî bike ku wê xaniyên wan ên hilweşiyayî di nav salekê de ava bike. Lê opozîsyonê soza ku wê di nav 5 salan de xaniyan ava bike daye.

Bêguman soza Erdogan daye her çiqas mimkun be jî ew dizane ku wê pir zehmet be; avakirina 270 hezar xaniyan û paqijkirina 230 milyon ton enqazan zehmet e, lê dixwaze xelk baweriyê pê bîne ku tenê siyasetmedarê dikare vê bike ew e.

Erdogan hewl dide welatiyên bêçare ku xaniyên xwe û hezkiriyên xwe ji dest dane, bilez vegerîne jiyana asayî û dixwaze dengên xwe nedin opozîsyona ku ji bo normalbûnê demeke rasteqîn dide.

‘Hewl didin destwerdana bêbandor a felaketê bidin jibîrkirin’

Herwiha di analîzê de, tê bibîrxistin ku hikûmetê ji bo avahiyên di erdhejê de hilweşiyane berê xwe daye mutahîdan, lê daxuyaniyên Erdogan ên derbarê derxistina efûya îmarê jî li ser medya civakî belav bûne.

Di dawiyê de hatiye gotin: “Di demên pêş de tê çaverêkirin ku wê Erdogan beşdarî vekirina kampên prefabrîk û bajarên konteyneran bibe. Wê medyaya ku Erdogan kontrol dike jî destwerdana bêbandor a felaketê û derengmayîna hawarçûnê hewl bide ku bide jibîrkirin.


Werger-Sererastkirin:  PeyamaKurd