ANALÎZ | Gelo Erdogan pişta xwe daye Ereb û Misilmanan?

ANALÎZ | Gelo Erdogan pişta xwe daye Ereb û Misilmanan?

PeyamaKurd – Weşana Amerîkî ya xwedî prestîj Middle East Eye, li ser siyaseta Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan a îslamî û pêwendiyên wî yên ji sala 2000î ve yên bi welatên Ereb û Misilman re analîzek weşand.

Di analîza ku bi navê Motasem Dalloul hatiye belavkirin de, tê gotin ku Erdogan ji destpêka salên 2000î ve ji dema hatiye ser deshilatê û vir de, bi awayekî cesûr bûye piştevanê her cûre îslamê û ev piştevanî heta netewên Tirk û welatên Ereb belav bûye.

Erdogan di deh salên deshilata xwe de rola pêşengiyê leyîst

Di nivîsê de hatiye diyarkirin ku Erdogan di nav deh salên destpêka deshilatdariya xwe de, di gelek kêşeyên cîhana îslamî de rola pêşengiyê li xwe girtiye ku wekî mînak jî piştevaniya Filîstînê ya Mescîda Eqsa û dayîna dersên şerîetê li hember Îsraîlê hatiye nîşandan.

Di analîzê de, ev gotinên Erdogan ên sala 2009an ên li Forûma Davosê ji Serokomarê Îsraîlê Şîmon Peres re gotine têne bibîrxistin; ‘Hûn xelkê dikujin. Li beravan zarokên hatine kuştin têne bîra min. Herwiha du serokwezîrên we yên berê bi tankan dema ketin nav Filîstînê kêfxweşiya xwe anîbûn ziman.”

Piştre jî di keştiya Mavî Marmara de ku ji Tirkiyeyê dixwest alîkariyê bigihîne Filîstînê 9 Tirk ji aliyê hêzên Îsraîlê ve hatibûn kuştin û li pey wê jî Erdogan pêwendiyên dîplomatîk ên ligel Îsraîlê jî bi temamî qut kirin.

Erdogan piştgirî da guhertina hin dîktatoran

Erdogan piştevaniyeke tam da Bihara Erebî û piştgirî da guhertina hin dîktatoran û derbasbûna deshilatdariya demokratîk. Piştî ku Muhammed Mursî bi darbeyê hat xistin jî piştevaniya xwe ya bo gelê Misirê dewam kir. Piştevaniya bo opozîsyona Sûriyê dewam kir û li Libyayê jî bi piştgiriya hikûmeta meşrû re ji bo bidawîbûna şer bû alîkar.

Di analîza Middel Esat Eye de hatiye diyarkirin ku di rêveberiya Erdogan a Tirkiyeyê de, Tirkiye ji bo koçber û penaberên misilaman ên ji welatên Afrîka, welatên Kendavê û heta ji Çînê tên re bûye bendereke ewle, hem di warê perwerdeyê hem jî di warê derfetên kar de.

Ti bernameyeke hevrikê wî yê serokomariyê tune bû

Lê belê mijara penaberên Ereb ku piranî bi zimanê erebî dipeyivin bû sedem ku di hilbijartinên serokomariyê de Erdogan di gera yekemîn de neyê hilbijartin. Erdogan li hember reqîbê xwe yê ku ji bilî laîkbûn û hevkariya welatên Ewropayê ti bernameyeke wî tunebû re kete hevrikiyê û bi ser ket.

Ligel vê jî çavdêr îdia dikin ku Erdogan pişta xwe daye Ereban û Misilmanan. Wekî delîl jî destwerdana tund a hêzên ewlekariyê li hember penaberên Sûrî û fişara li ser medya opozîsyona Misirê ya Îxwanê nîşan didin.

Herwiha piştî asayîkirina pêwendiyên Tirkiyeyê bi Îsraîlê, Erdogan ferman daye lîderên Filîstînî yên li Tirkiyeyê ku xwe li hember Îsraîlê nerm bikin û li hember dersînorkirina gelek mehkûmên Hemasê yên pilebilind jî bêdeng bimînin.

Li aliyê din Erdogan neyartiya xwe ya li dijî rejîmên otorîter a ji ber binpêkirinên mafên mirovan de jî paşde kişand û bi van rejîman re pêwendiyên xwe asayî kir. Vê yekê jî hişt ku xelkê wan welatan ên hatine Tirkiyeyê bifikirin ku Tirkiyê pişta xwe daye wan û tirs bikeve ser wan.

Herwiha Erdogan uslubê xwe yê li hember rejîma Sûriyê jî bi demê re guherand ku helwesta tund a dijî penaberên Sûrî jî piştî vê guhertinê tê.

Erdogan pişta xwe nedaye Ereb û Misilmanan

Lê belê zehmet e ku mirov bibêje, Erdogan polîtîka û îdeolojiya xwe guherandiye. Yanî Erdogan pişta xwe nedaye Ereb û Misilmanan û ew nefirotine dîktatorên wan birêve dibin. Lê belê di kêşeyên navnetewî de, neçar maye ku bêyî wan hêrs bike polîtîkayê bipêş bixe. Lewra pêdiviya wî pê heye.

Di analîzê de hatiye gotin, Erdogan ji bo pirsgirêkên ku Ereb û Misilmanên li Tirkiyeyê rûbirû dibin bên çareserkirin bi aliman re di demeke nêzîk de civiyaye û ji wan daxwaz kiriye rewşê bişopînin û ji bo agahdarkirinê jî fermana vekirina kanaleke zindî ji bo mijarê daye.

Herwiha Erdogan di civînê de soz daye alimên îslamî ku ew dê xwedî li meseleyên misilmanan derkeve. Dîsa yek ji nîşaneya din jî di demeke ku lîderên welatên Erebî li hember şewitandina Qûranê bêdeng dimînin de, Erdogan bertekên tund nîşan dane û zehmet e mirov bifikire ku Erdogan pişta xwe daye Ereb û Misilmanan.