ANALÎZ | Ger Îran êrîşî Îsraîlê bike, wê Amerîka çi bike?

ANALÎZ | Ger Îran êrîşî Îsraîlê bike, wê Amerîka çi bike?

PeyamaKurd – Piştî êrîşa Hamasê ya 7ê Cotmehê zêdetirî 20 roj in şer dewam dike û Îsraîl hê jî Xezeyê bombebaran dike. Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony Blinken ragihandiye ku heger Îran êrîşî hêzên Amerîkî bike, ew dê bersiveke bilez bidin, lê belê hê jî cihê lêpirsînê ye ku Serokê Amerîka Joe Biden li hember Îranê bi awayekî zelal neketiye tevgerê.

Li gorî raporta Rojnameya The Wall Street Journal, helwesta Amerîka ya derbarê îhtimala êrîşeke berfireh a Îranê de hîn zelal nebûye. Daxuyaniyên rêveberiya Amerîkayê diyar dikin ku heta niha helwesta Amerîkayê ya dijî Tehranê tenê di asta hişyarîyê de ye.

Herwiha pirs tê kirin, “Gelo wê Îran xeta sor a Serokê Amerîkayê xêz kiriye derbas bike? Ji ber ku Biden heta niha jî neketiye tevgerê.”

Hişyariya tund a Amerîka bo Îranê

Blinken dibêje; "Amerîka ne li pey şerê Îranê ye. Em naxwazin ev şer mezin bibe. Lê heke îran yan jî hêzên wê yên bi wekalet her li ku derê êrîşê personelên amerîkî bikin, emê gelê xwe biparêzin.”

Ev gotinên Blinken wekî hişyariya herî tund a Amerîkayê bo Îranê hatiye nirxandin, lê li gorî daxuyaniyên rêveberiya Amerîkayê, tenê di asta hişyariyê de mane.

Koşka Spî li aliyekî jî ji ber êrîşên hêzên girêdayî Îranê yên ser binkeyên li Rojhilata Navîn bi fikar e ku hefteya borî neçar bûye wan êrîşan qebûl bike.

Stratejiya Îranê: Êrîşkirineke di asta înkarkirinê de ye

Berdevkê Koşka Spî John Kirby, diyar kiriye ku Îranê ji bo êrîşên ser binkeyên li Sûriye û Iraqê hêsankarî kirine û li ser mebesta Îranê ev daxuyanî daye: "Mebesta Îranê ya li vê derê, heta astekê înkarkirina berpirsiyariya xwe ya di êrîşan de ye. lê emê destûrê nedin vê bikin.”

Amerîkayê wesayîtên zêdetir ên êrîşê şandin

Li ser wateya gotinên Blinken hatiye diyarkirin ku wê bi awayekî eşkere hêzên amerîkî bersiva êrîşên li Rojhilata Navîn bidin û li gorî nûçeyên dawî, hêz û komên bi ser Îranê ve, plana êrîşên zêdetir li ser binkeyên amerîkî dikin.

Lê belê Pentagonê wesatiyên zêdetir ên parastinê şandine Rojhilata Navîn û balafirên F-16 jî dixe amadebaşiyê.

Herwiha li ser êrîşeke muhtemel, keştiya balafirên şer li herêmê ye û komeke din a keştiyên şer jî di rê de ye. Gelo wê Amerîka bersiva xwe ya bilez û bi biryar kengî bixe pratîkê?

Gelo Amerîka hêza çavtirsandinê ji dest dide?

Rêveberiya Biden, hewl dide ku Îran û wekîlên wê yên li Sûriye û Lubnanê eniyeke nû li hemberî Îsraîlê venekin û ji bo vê jî dixwaze, Îranê bi wan hêzên xwe çavtirsandî bike.

Lê belê heta niha, her çiqas di êrîşan de windayên canî yên Amerîkî çênebûne jî, bersiva gelek ji wan êrîşan nehatiye dayîn û ev jî wekî ku Amerîka hêza xwe a çavtirsandinê ji dest dide tê nirxandin.

Dibe ku encamên destwerdana Amerîkayê giran bin

Provokasyonên Îranê dibe ku di dawiyê de, destwerdana tund a Koşka Spî bi xwe re bîne û yek ji xetera vê jî kuştina amerîkiyan di van êrîşên berdewam de ye. Ger tiştekî wiha bibe, dê pêwîstî bi destwerdaneke tundtir a hêzên Amerîkayê çêbibe. Dê ev jî hem ji hêla siyasî û hem jî leşkerî ve wê encamên hilweşîner bi xwe re bîne.  

Di dawiya analîzê de tê gotin, divê Biden hay ji vê paradoksê hebe: Hemleya herî zêde îstiqrarê bîne herêmê ji nû ve pêkanîna hêza tirsandinê û pêşîgirtinê ya Amerîkyê li herêmê ye.