ANALÎZ | ‘Ji bo ewlehiya netewî ya Amerîkayê divê Esed biçe’

ANALÎZ | ‘Ji bo ewlehiya netewî ya Amerîkayê divê Esed biçe’

PeyamaKurd – Weşana Amerîkî National İnterest, derbarê rewşa hêzên taybet ên Amerîkayê ku wek hevpeymaneke Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) li Sûriyeyê hebûna xwe berdewam dikin û gefên mayîna rejîma Esed a li ser berjewendiyên Amerîkayê analîzeke berfireh weşand.

Rejîma Esed gefê li ser nirxên Rojava û nifûza Amerîkayê çêdike

Di analîza ku ji aliyê Dr. Tarek Kteleh ve hatiye nivîsandin de, tê destnîşankirin; “Rejîma Esed gefeke mezin e bo nirxên welatên Rojava û nifûza Amerîka ya gerdunî û herwiha ji bo ewlehiya netewî ya Amerîkayê jî gefeke rastîn a nêzîk e.”

Tarek Kteleh bibîr dixe ku edemek berê balafirên Amerîkayê yên di çarçoveya Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê de li Sûriyê beşdarî operasyonan dibin, wekî bersiva êrîşa milîsên Îranî ya ser hêzên taybet ên Amerîkayê milîsên Îran piştevaniya wan dike bombebaran kir.

Hin aliyên Washingtonê êdî ji destwerdana Sûriyê aciz bûne

Di nivîsê de bal tê kişandin ku ev bûyera êrîşa ser hêzên taybet ên Amerîkayê zêde di medyayê de cî negirtiye. Wekî sedem jî tê diyarkirin, hin aliyên li Washingtonê êdî ji şerê naxwe yê Sûriyê ku zêdetirî 10 sal in berdewam dike aciz bûne ku Amerîka destwerdana wê dike û ji ber wê jî difikirin ku dîktator Esed piraniya komên serhildêr têk birine û lewma jî dixwazin dorpêçên ser rejîma Beşar Esed bên rakirin û xwe ji krîza Sûriyê bişon.

Vekişîna ji Sûriyê xeter e, dê dijminên Amerîkayê bike yek

Daxwaza destjêkişandina Sûriyê tê fêmkirin lê xeter e. Esed, Îran, Rûsya, Hizbullah û yên din wekî tê zanîn dijminên bingehîn ên Amerîka yên jeopolîtîk in. Ger Amerîka vekişe, dê rejîma Sûriyê ligel hevpeymanên xwe deshilatdariya xwe ya terorê ji nû ve saz bike û yekîtiya hêzên dijî Amerîkayê ava bike.

Di beşeke din a analîzê de, behsa xedariya rejîma Esed li dijî gelê Sûriyeyê di maweya 10 salên şerê navxwe de tê kirin û tê gotin, “Zêdetirî nîv milyon mirov hatin kuştin û nîvî zêdetirê nifûsa welat koçber bû. Esed çekên kîmyewî bikar anî, welatiyên bêguhen bi awayekî girseyî heps kir û îşkence li wan kir û xelkê sivîl kire hedef.”

Esed dîktator û qatilekî tawanbarê şer e!

Bi kurtasî Esed dîktatorek e û qatilekî tawanbarê şer e. Herwiha ji bo berjewendiyên Amerîka yên ewlehiya niştimanî jî gefeke rastîn çêdike.

Berî her tiştî, ji bo dinyayê ceza nekirina Esed ji ber tawanên şer, peyameke xeter e. Bi rastî jî Amerîka û hevpeymanên wê ger li dijî êrîşkariya Esed bihêztir tevbigeriyana, dê peyameke bihêz ji Serokê Rûsya Vladimîr Pûtîn re jî beriya êrîşa dagirkirina Ukraynayê bişandina.

Tarek Kteleh balî dikişîne ser hevkarî û tifaqa Esed a dijminên Amerîka yên Rûsya û Îranê ku bi rêya hêz û milîsên xwe yên ji Lubnan, Iraq, Pakistan û Afganistanê, Sûriyeyê wekî bendereke aram bikar tînin û dibêje; Esed destûr daye Îranê ku li dijî Îsraîlê û êrîşên din ên li Rojhilata Navîn Sûriyê wekî bendereke ewle bikar bîne.

Herwiha hatiye bibîrxistin ku Hizbullahê ji bo alîkariya Esed bi hezaran çekdar şandine û dîktator Esed jî wekî qenciyekê bi çekên Îranê Hizbullah têra xwe çekdar kiriye.

Esed dijminên jeopolîtîk ên Amerîkayê anîne cem hev

Bi Kurtî rejîma Esed hiştiye ku hin dijminên jeopolîtîk ên Amerîkayê yên herî xeter werin cem hev û berjewendiyên Amerîkayê yên li Rojhilata Navîn û dinyayê têk da.

Dîsa tê bibîrxistin ku rejîma Esed ev rola xwe di sala 2003yan de, dema hêzên Amerîkayê rejîma Sedam Husên hilweşandin jî lîstiye û çekdarên cîhadî kom kirine û ji bo şerê dijî alîgirên Amerîkayê şandine Iraqê.

Di analîzê de hatiye destnîşankirin ku rejîma Sûriyê yek ji bazirganê madeyên hişbir ên amfetamin a captagonê ye û bazirganiya vê madeya kujer li dinyayê zêde kiriye.

Mixabin rayedarên Amerîkî ji bo rûbirûbûna van rastiyan ne dilxwaz bûn. Hê jî armanca fermî ya rêveberiya Biden, çareseriya siyasî ya bi rêya danûstandinên ligel rejîma Sûriyê ye.

Û tê gotin ku sedema hebûna eslî ya hêzên Amerîka li Sûriyeyê jî bi temamî têkdana DAIŞê ye.

Divê rayedarên Amerîka soza hilweşandina dîktatoriya Esed bidin

Tarek Kteleh rexneyê li siyaseta Amerîkayê ya li hemberî Esed digire û dibêje, “Rejîma Esed li dijî nirxên Rojava ye, gefeke li ser nifûza Amerîka ya gerdunî ye li dinyayê û herwiha ji bo welatiyên Amerîkayê jî gef û xeteriyeke mezin a ewlekariya niştimanî ye. Pêwîste rayedarên Amerîka van rastiyan qebûl bikin û soza bidawîanîna dîktatoriya Esed û deshilatdariya wî bidin.”


The National İnterest

Werger-Sererastkirin: PeyamaKurd