ANALÎZ | ‘Ti niyeta Tirkiyê nîne hêzên xwe ji Sûriyê vekişîne’

ANALÎZ | ‘Ti niyeta Tirkiyê nîne hêzên xwe ji Sûriyê vekişîne’

PeyamaKurd – Beriya serdana muhtemel a Pûtîn bo Tirkiyeyê ku tê çaverêkirin bi Erdogan re bicive, mijara asayîkirina pêwendiyên Tirkiye-Sûriyê jî di rojeva medya Erebî de cihekî berfireh digire.

Li gorî çavkaniyên dîplomatîk dê yek ji mijara sereke ya hevdîtina Erdogan û Pûtîn, Sûriye be û biserxistina hewldana bi navbeynkariya Rûsyayê ya bo normalîzekirina pêwendiyan were gotûbêjkirin.

Esed di bin şert û mercên Tirkiyê de naxwaze bi Erdogan re bicive

Di vê rewşê de daxuyaniyên hikûmetên Tirkiye û Sûriyê jî balkêş in ku Serokê Sûriyê Beşar Esed dibêje, heta ku şert û mercên wan ên wekî vekişîna hêzên Tirk ji Sûriyê pêk neyên, ew di bin şert û mercên Tirkiye diyar dike de, bi Erdogan re rûbirû hevdîtinê nake.

Herwiha ji aliyê Tirkiyê ve jî bi taybet mijara penaberan xwedî girîngiyeke mezin e ku bi nexşerêyekê dixwaze wan vegerîne welatê wan.

Hewldanên normalîzekirina pêwendiyên Enqere û Şamê hêj bi ser neketine

Lê belê di vê çarçoveyê de Tirkiye, tevî hevkariya xwe ya bi komên çekdarên opozîsyona Sûriyê re, metirsiyên ewlekariya sînoran wekî hincet nîşan dide û dide xuyakirin ku niha ne mimkune hêzên xwe ji nav erda Sûriyê vekişînin.

Li gorî nûçeyên di medyaya Erebî de belav dibin jî tevî daxuyanî û hewldaên normalîzekirina têkiliyên Enqere-Şamê jî ti niyeteke Tirkiyeyê nîne ku hêzên xwe yên leşkerî ji nav erda Sûriyê vekişîne.

Rojnameya Şerq El Ewsat bal kişandiye ser serdana muhtemel a serokê Rûsyayê Viladimîr Pûtîn a Tirkiyeyê û gotiye, “Wê Pûtîn bi Tirkiyeyê re dosyaya Sûriyeyê gotûbêj bike”.

Wê Pûtîn û Erdogan 4 dosyeyan gotûbêj bikin

Di rojeva serdanê de 4 dosyayên sereke wê bên gotûbêjkirin ku ew jî; lihevkirina têkildarî korîdora ewle ya dexlûdanê li Deryaya Reş ku Rûsya xwe jê vekişandiye, têkiliyên bazirganiyê yên her du dewletan, têkiliyên Tirkiye-Azerbeycan-Ermenistanê û dosyaya Sûriye ye.

Çavkaniyên dîplomatîk: Bazar li ser vekişînê nayên kirin!

Li ser vegera penaberan û normalîzekirina têkiliyên Enqere-Şamê û rêxweşkirina bo hevdîtina Erdogan-Esed jî bi zarê çavkaniyên nêzî hikumeta Tirkiyê hatiye ragihandin, daxwaza Şamê ya vekişandina hêzên Tirkiyeyê ji herêmên bakur û bakurê rojhilatê Sûriyeyê wekî şertê asayîkirina pêwendiyan e, lê ev herwiha ji bo Tirkiyeyê xeteke sor e û bazar li ser nayên kirin.

Di nûçe, daxuyanî û nirxandinên pisporên rewşa Sûriyê ji nêzîk ve dişopînin derdikeve holê ku heta niha jî ti niyeta Tirkiyeyê tune ye hêzên xwe ji nav erda Sûriyeyê vekişîne.