ANALÎZ | 'Wê Biden, piştgriyê bide aliyê serketî!'

ANALÎZ | 'Wê Biden, piştgriyê bide aliyê serketî!'

PeyamaKurd – Weşana Politico ya Amerîkî li ser encamên gera yekem a hilbijartinên serokomariya Tirkiyeyê û helwesta rêveberiya Serokê Amerîkayê Joe Biden analîzeke berfireh belav kir.

Nîqaş û nirxandinên li ser encamên hilbijartinên serokatî û parlamentoya Tirkiyê yên 14ê Gulanê, ji aliyê medya cîhanê ve ji nêzîk ve tê şopandin û helwesta Amerîkayê jî cihê meraqê ye.

Di analîza Politicoyê de hatiye diyarkirin ku her çiqas rêveberiya Biden beriya hilbijartinan bi awayekî eşkere piştevaniya opozîsyona Tirkiyeyê kiriye jî di van rojên ku Erdogan di gera yekem a proseya hilbijartinên 14ê Gulanê de, li pêş bidawî aniye bêalî tevdigere.

Li gorî Politicoyê, rayedarên Washingtonê ji ber îhtimala mezin a serketina Erdogan di gera duyem de jî xwedî helwesteke rastbîn in.

Hin beşên girîng ên analîza Politicoyê wiha ne:

Tê bibîrxistin ku Serokê Amerîkayê Joe Biden beriya hilbijartinan Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan, wekî kesekî ‘otokrat’ bi nav dikir û pêwîstiya piştevaniya bo opozîsyona Tirkiyeyê dianî ziman.

Lê belê di van rojên ku Erdogan pêşbira hilbijartinan li pêş bidawî aniye de, Biden û cîgirên wî xwe rehettir hîs dikin û di şîroveyên xwe de, ‘bêalîbûnê’ tercîh dikin.

"Kî qezenc bike, bila bike…”

Biden li ser gera yekem a hilbijartinên Tirkiyê yên roja Yekşemê got, “Kî qezenc dike bila bike” û wiha dewam kir: “Niha li wê herêma dinyayê têra xwe pirsgirêk hene…”

Ev bêbiryariya xerîb a tîma Biden, rastiyeke bi aciziyê nîşan dide. Belê dibe ku Erdogan lîderekî azadînexwaz û zirarê dide demokrasiya welatê xwe be, lê belê ev helwesta Amerîkayê tê wateya ku ji ber pêgeha stratejîk a Tirkiyeyê, hevpeymana NATOyê û şerê Ukrayna yê Rûsyayê û Rojhilata Navîn, ‘Washington bi hêsanî nikare pişta xwe bide, dîktator”.

Ji Koşka Spî pîrozbahî…

Di dewama analîzê de, daxuyaniya Berdevkê Konseya Ewlekariya Netewî ya Amerîkayê John Kirby tê bibîrxistin ku piştî encamdana hilbijartinan gotiye:

"Em gelê Tirkiyeyê ji ber ku daxwaziyên xwe bi awayekî aştiyane birine ser sindoqên hilbijartinê pîroz dikin. Wê gelê Tirk biryarê bide, bê wê kî hikûmetê ava bike.”

Di analîzê de behsa hin spekulasyonan jî hatiye kirin ku gelek rayedarên Amerîkî ji ber ezmûna xirab a derbarê mafên mirovan û demokrasiyê de, piştevaniya Erdogan nakin, lê dizanin ku Erdoganê 21 sal in Tirkiyeyî birêve dibe, xwedî kontroleke bêpîvan e li ser medyayê û vî nirxandinê dikin.

Di berdewamê te tê gotin, “Bi qasî ku îhtimala mezin a serkeftina Erdogan dizanin, rastbîn in.”

Performansa Kilicdaroglu ya gera yekem têr nekir

Performansa Kiliçdaroglu, di gera yekem de, ne biqasî dihat hêvîkirin bû û ji bo gera duyem jî Erdogan bihêztir bû.

Erdogan, di dijayetiya Amerîkayê yo bo dengan wergire de gelekî jêhatî ye; opozîsyon bi hevkariya Washingtonê tawanbar kir. Herwiha Kilicdaroglu bi hevdîtina ligel Balyozê Amerîka yê Tirkiyê Jeff Flake rexne kir.

Ligel vê jî rayedarê Amerîkî yê ji Konseya Ewlehiya Netewî Charles Kupchan got: "Pêwendiyên Washington û Enqereyê di asteke diyar de, baştir bûne.”

Wekî yek ji sedeman jî destûra Tirkiyê ya endamtiya NATO ya Fînlandayê hatiye nîşandan ku tê hêvîkirin piştî hilbijartinan ji bo Swêdê jî heman tiştî bike.

Di vê navberê de, Amerîkayê jî ji bo firotina alavên pêşxistina balafirên F-16 çiraya kesk pêxist.

Kupchan herwiha diyar kir: "Bi nêrîna min, dê rêveberiya Biden bi awayekî pragmatîk tevbigere û heta bikar ligel Erdogan kar bike.”

"Bi hêviya serketina Kilicdaroglu…”

Li aliyê din mijara Sûriyê jî di nav de, di navbera Amerîka û Tirkiyeyê de gelek pirsên nakok hene.

Tevî dorpêçên giran ên welatên Rojava ku li ser Rûsyayê hatine sepandin, Tirkiyeyê ji hêla aborî ve têkiliyên xwe bi Moskowê re kûrtir kirin. Erdogan di serî de ji bo mijara sewqîyata zadê Ukraynayê di navbera Rojava û Rûsyayê de muxatabekî girîng e.

Wê Amerîka di gera duyem de jî baldarî tevbigere

Dîroknas Soner Çagaptay dibêje; ji ber van hemû faktoran rayedarên Amerîkî neçar mane ku di gera yekem a hilbijartinên serokomariya Tirkiyê de, bi baldarî tevbigerin û muhtemel e ku dê di gera duyemîn de jî vê helwesta xwe bidomînin.

Li gorî Cagaptay, polîtîkaya Washington di çarçoveya zirarê nede Kilicdaroglu û îhtimala serkeftina wî bû, lê muhtemel e ku dê bi ser nekeve…


Sererastkirin-Werger: PeyamaKurd