ANALÎZ | Wê Hizbullah vekişe yan rageşiyê zêdetir bike?

ANALÎZ | Wê Hizbullah vekişe yan rageşiyê zêdetir bike?

Heta niha Serokê Hizbullahê Hesen Nesrellah xwe nedaye pêş û hê jî ti daxuyaniyên tund ên şerekî dijwar û herêmî nedane ku di şerên berê yên ligel Îsraîlê de gelek caran derdiket pêşberî medyayê û daxuyaniyên tund didan.

PeyamaKurd – Şerê Îsraîl û Tevgera Hamas a Filîstînê piştî êrîşa 7ê Cotmehê nêzî du hefteyan e bi tundî berdewam dike.

Hêj ku Îsraîlê amadekariya şerê bejahî li nav Xezeyê dike, ji aliyê Lubnanê ve jî Hizbullaha Lubnanê ya piştevanî û hêza xwe ji Îranê distîne, ketiye liv û tevgerê û hewla vekirina eniyeke nû ya şer ligel Îsraîlê dide.

Hizbullah mecbûr e polîtîkaya xwediyê xwe li ber çavan bigre

Di demeke ku şerê Îsraîl-Hamasê bi hemû tundiya xwe berdewam dike de, Hizbullaha Lubnanê jî dest bi êrîşên ser Îsraîlê kiriye ku li gorî pêşveçûna rewşê Hizbullah naxwaze şer wekî şerê 2006an ê bi Îsraîlê re, zêde berbelav bike.

Lewra jî helwesta Hizbullahê bêhtir ji aliyê Îranê ve tê diyarkirin ku niha mecbûr e polîtîkayên xwediyê xwe li ber çavan bigire.

Yanî rewş dide nîşandan ku Hizbullah ger bikeve şerekî dijwar bi Îsraîlê re, dê li hûndirê Lubnanê rûbirûyî xeteriya têkçûnê bibe. Lê dîsa jî ev yek girêdayî helwesta Îranê ye ku ger bixwaze, dê aloziya sînorên Îsraîlê veguherîne şerekî herêmî li Rojhilata Navîn.

Amerîka û Brîtanya bi şandina fîloyên keştiyên şer dixwazin çi bikin?

Dê ev yek jî helwesta welatên Rojavayî bi taybet jî Amerîkayê li hember Hizbullahê û Îranê biguherîne ku ji xwe şandina fîloyaa keştiyên şer a Amerîka û Brîtanyayê jî li ser îhtimala berfirehbûna şerê Îsraîl-Hamasê û belavbûna li herêmê rêgiriyek e.

Yanî Amerîka li gorî daxuyaniyên rêveberiya Joe Biden, hem piştgiriyeke xurt dixwaze Îsraîlê tola êrîşên Hamasê hilîne, hem jî hewl dide rêveberiya Filîstînê ya bi seroktiya Mehmûd Ebas kontrola Xezeyê jî bi dest bixe û rêyeke ji bo çareseriyeke du dewletî bê dîtin.

Ji bo vê jî naxwaze şer li seranserê herêmê belav bike û hewl tê dayîn ku şerekî bi sînor li hember Hamasê bê encamdan ku keştiyên şer ên bo Derya Spî hatine şandin jî bêhtir ji bo rêgiriya îhtimala tevdana Îranê û Hizbullaha Lubnanê bo şerekî herêmî ye.

Li gorî daxuyaniyên dawî yên Hizbullahê êrîşên li ser sînoran bi ser erda Îsraîlê de têne kirin nayên wateya biryara şerekî, lê wekî hişyariyekê têne nirxandin. Ango Hizbullah niha niha bi dudilî tevdigere, yan wê ji şerê Hamas-Îsraîlê vekişe yan jî li gorî biryara Îranê rageşiyê kûrtir bike.

Nesrellah hê jî helwesta dijî Îsraîlê bi zelalî diyar nekiriye

Heta niha Serokê Hizbullahê Hesen Nesrellah xwe nedaye pêş û hê jî ti daxuyaniyên tund ên şerekî dijwar û herêmî nedane ku di şerên berê yên ligel Îsraîlê de gelek caran derdiket pêşberî medyayê û daxuyaniyên tund didan.

Loma jî ev yek wekî bê biryariyeê tê nirxandin ku dibe ku Nesrellah û Îran niha gavên bêne avêtin dinirxînin, lê ev helwest jî ji aliyê xwe wekî şermekê tê şîrovekirin ku Nesrellah li meydanê xuya nake.

Hizbullah di nav dubendiya şer de maye!

Ger Hizbullah yekser beşdarî şer bibe, helbet xeteriyeke mezin li hember Îsraîlê heye ku li gorî amaran bi kêmî 130 hezar fuzeyên dûravêj yên Îranê di destê wê de hene û kargeha moşekên Îranê di xizmeta wê de ye.

Heke Hizbullah biryara ketina şer bide, dikare rojane bi hezaran moşekan bavêje Îsraîlê û ziyaneke mezin bigihîne binesaziya Îsraîlê. Lê belê heke vê cebilxaneya xwe bikar bîne jî pêwîste bi salan ji bo dabînkirina cebilxaneyê kar bike û wê demê jî wê bê parastin bimîne.

Hizbullah di nav dubendiyê de ye ku şerekî berfireh bide destpêkirin û hêza xwe ya heyî jî ji dest bide. Çimkî wê Îsraîl û heger Amerîka û Brîtanya jî beşdar bibin, wê şerekî tund li hember Hizbullah û komên din ên milîsên Îranê bê kirin.

Hizbullah û Îran helwesta civaka navdewletî dipîvin

Li gorî tê çavdêrîkirin niha Hizbullah bi destê Îranê, îradeya Îsraîlê û di serî de Amerîka ya civaka navdewletî li ser vekirine eniyeke yekgirtî ya komên girêdayî Îranê dipîve.

Heta niha ku zêdetirî deh roj bi ser êrîşa Hamasê û êrîşên Îsraîlê yên bi ser Xezeyê de derbas bûne jî eniya yekgirtî ya komên bi ser Îranê ve tevî hemû gefên deshilata Îranê jî neketiye tevgerê. Li gorî nirxandina pisporan hê jî Îranê şerekî wiha berfireh nedaye ber çavan.

Lê belê Hamasê ango Îranê jî piştî wê êrîşê hin serkeftin bi dest xistine ku proseya asayîbûna Îran-Siûdî heta demeke nediyar hate rewastindin û cara yekem yek Welîehd Prensê Siûdî û serokomarê Îranê Îbrahîm Reîsî pêwendiyeke rastexwo ya telefonê pêk anîn.

Herwiha ji bilî ku Îran ev êrîşa Hamasê wekî bersivdana êrîşên Îsraîlê yên li Sûriyê û herêmên din dinirxîne, li aliyekî din jî bi medyaya xwe propagandayeke xurt dimeşîne û lawaziya îstixbarata Îsraîlê ji ber êrîşa Hamasê tîne ziman.

Xala çaremîn a ku Îran xwe serkeftî dibîne jî ew e ku di nav welatên Erebî de hêvî dike bi dijatiya Îsraîlê re hêza xwe zêde bike.

Îran herwiha wekî serkeftina dawî jî hewl dide karta Hizbullahê bikar bîne ku ger bi rastî jî Hizbullah rageşiyê zêde bike, dibe ku wê kartê di qada navdewletî de ji dest bide.

Îran ji ber destwerdana Amerîka bi guman tevdigere

Îran dema helwesta Amerîka û welatên Rojavayî dide ber çavan, xeteriyên berfirehkirina şer jî dibîne û loma jî dibe ku Hizbullahê bi temamî nexe tevgerê û komên din ên girêdayî xwe ku li Rojhilata Navîn  in jî li dijî Îsraîlê sor neke.

Heger Tahran bikeve nav şerekî pir eniyan, destwerdana Amerîka jî li ber derî ye û hesabê windahiyên xwe jî neçare bike. Loma jî tê pêşbînîkirin ku komên xwe yên bi wekalet bi awayekî sînorkirî li hember Îsraîlê bikar bîne û nehêle ev şer bibe şerekî hebûn û nebûnê yê Îsraîl û Îranê.