Analîza JF: Wê jiyana li Xezzeyê ti carî nebe weke berê!

Analîza JF: Wê jiyana li Xezzeyê ti carî nebe weke berê!

PeyamaKurd – Navenda ramyarî ya Amerîkî The Jamestown Foundation, analîzeke ku 8 senaryoyên muhtemel ên piştî şerê Xezzeyê  belav kir.

Di analîzê de, di nav 8 senaryoyan de ji şer heta bicihkirina hêzên aştiyê, rola Lîga Erebî û bi temamî kontrolkirina Hemasê hatiye nirxandin.

Di analîza The Jamestown Foundation de ev senaryo derketin pêş:

Wê êdî jiyana li Xezzeyê ne weke berê be!

Wezîrê Berevaniya Îsraîlê Yoav Gallant, di civîna biryargeha operasyonê de derbarê operasyona bejahî ya Xezzeyê de got, “Divê ev şerê dawî yê li Xezzeyê be. Çimkî ji niha şûnde dê bi navê Hemasê tiştek nemîne.”

Erê heke Îsraîl bi ser bikeve, wê rewşa Xezzeyê ya piştî şer çawa be? 8 senaryoyêna piştî şer wiha ne:

***

Senaryo 1: VEGERA RÊVEBERİYA FILÎSTÎNÊ

Piştî ku bandora Hemasê sala 2007an li Xezeyê serdest bû û hikûmeta Yekîtiya Filîstînê hate hilweşandin, têkiliya Xezze û Şerîaya Rojava pir kêm bû. Ev jî tê wateya ku hema bêje hebûn û bandora rêveberiya Mehmûd Ebas li Xezzeyê nemabû.

Heger rêveberiya Filîstînê vegere Xezzeyê, dibe ku pêbaweriya wê di nav gelê Xezzeyê de kêm bibe û wê Mehmûd Ebas jî weke zilamê Îsraîlê bê nirxandin.

Heke destûr bo mayîna xelkê Xezzeyê bê dayîn jî eşkere ye ku wê Îsraîl kontroleke tund li ser Xezzeyê bike û nehêle çek û alavên leşkerî bikevin destê komên Filîstînî.

Senaryo 2: DIBE KU BANDORA KOMÊN TUNDREW ZÊDE BIBE

Plana Îsraîlê ya tunekirina Hemasê û komên biçûk, wê li herêmê valahiyeke mezin a hêzê çêke.

Ne mimkun e ku ew valahî ji aliyê komeke nêzîkî Îsraîlê ve bê dagirtin ku dê ev hêrsa filîstîniyan zêdetir bike.

Dibe ku bi vî awayî jî populerîteya komên tundrew ên wekî El Qaîde û DAIŞê li Xezzeyê zêde bibe.

Senaryo 3: JI ALIYÊ ÎSRAÎLÊ VE BI TEMAMÎ KONTROLKIRINA XEZZEYÊ

Heke weke ku tê hêvîkirin, Îsraîl tevahiya Xezzeyê bixe kontrola xwe, evê bibe operasyona sêyemîn a herî mezin a wekî sala 2005an a bicihkirina îsraîlîyan.

Bi temamî kontrolkirina Xezzeyê hema bêje qet piştgiriyê nabîne. Di rewşeke wiha dre, wê ji bo Îsraîlê jî barekî giran ê aborî, leşkerî û siyasî çêbibe ku êrîş û bersiva êrîşan jî wê tim berdewam be.

***

Senaryo 4: VEGERA BIN KONTROLA MISIRÊ

Şu anda Mısır'ın Gazze ile mümkün olduğunca az ilişkisi var ve Gazze ile olan tek sınır kapısını sık sık kapatıyor.

Niha têkiliya Misirê bi Xezzeya niha re pir kêm e û yekane deriyê sînorê ligel Xezzeyê jî gelek caran asê dike.

Xezze di sala 1959an de tevlî Komara Yekbûyî ya Ereb a Cemal Abdulnasir hatibû kirin û heta 1967an ji aliyê walîyê Misrî ve hatibû birêvebirin. Îsraîlê di şerê 1967an ê 6 rojan de, Xezze û Sîna ji destê Misirê derxistin. Nîvgirava Sînayê paşê radestî Misirê hate kirin, lê Xezze nehat dayîn û heta 2005an di bin dagirkeriya Îsraîlê de ma.

Misir bi awayê fermî piştevaniya dewleta serbixwe ya Filîstînê ya sînorên beriya 1967an dike. Lewma jî ev senorya jî divê li ber çavan bê girtin.

Senaryo 5: KÊMKIRINA SERJIMARIYA XEZZEYÊ

Îsraîl bi êrîşên asmanî û hişyariyan zorê dide xelkê Xezzeyê ku wan koçberî aliyê başûr bike. Vê yekê jî tirs çêkiriye ku Îsraîl tevahiya nifûsa Xezzeyê koçberî herêma Sîna ya Misrê bike.

Serokê rêveberiya Filîstînê Mehmûd Ebas ditirse ku filîstînî ji cihên xwe yên mayînde bên derxistin û balê dikşîne ser sala 1948an a dema damezrandina dewleta Îsraîlê ku 750 hezar filîstînî ji axa xwe hatibûn derxistin.

Li gorî belgeyeke nepen a Wezareta Îstixbarata Îsraîlê, tê gotin ku wê encamên koçberbûna zêde ya herêmên şer çêbibe. Di vê belgeyê de, welatên wekî Yûnanistan, Îspanya û Kanada ji bo cihê koçberbûna Filîstîniyan cî digirin. Lê ev plan rastbîn naxuyê.

Senaryo 6: AVAKIRINA SERWERÎYA NETEWEYÊN YEKBÛYÎ

Yek ji senaryoya piştî Hemasê ya bo Xezzeyê jî wekî heyamên şerên yekem û duyem ê cîhanê, damezrandina herêmeke di bin serweriya Neteweyên Yekbûyî de ye. Ji xwe Xezze ji sala 1923yan heta 1948an jî di bin serweriya Îngilîzan de bû.

Ger em bifikirin ku erkeke wiha ji aliyê Konseya Ewlekariya Navdewletî ve were pejirandin, wê pêkan be ku Xezze ji aliyê hêz û rêveberiyeke di bin banê Neteweyên Yekbûyî de bê birêvebirin.

***

Senaryo 7: XEZZEYA HATIYE BÊÇEK KIRIN

Bi dayîna erka hin welatên ereb ên dostên Îsraîlê, bi taybet jî Misir, Urdin, Fas, Behreyn û Mîrgehên Erebî (Îmarat), senaryoya avakirina herêmeke hatiye bêçek kirin dikare derkeve holê.

Senaryo 8: JI NÛ VE ZINDÎBÛNA HEMASÊ

İsrail, fizibiliteden ziyade öfkeden doğan bir politika ile hem siyasi hem de silahlı kanatları

Niha Îsraîlê bi hêrseke mezin daye ber xwe ku hem ji aliyê polîtîk ve, hem jî ji aliyê leşkerî ve Hemasê û hemû şopên wê tune bike.

Lê ev plan ji ber ku tê wateya yan kuştina hemû xelkê Xezzeyê yan jî dersînorkirina wan, mimkun naxuyê.

Îhtimaleke mezin e ku dê Hemas ji ber ku li Xezzeyê kok daye, bi nav û awayên cuda ji nû ve xwe zindî bike. Ev rewş jî wê bê wateya ku dê Hemas bihêztir bibe û şer û pevçûn jî dewam bikin.