Di karesata erdhejê de jî tehemula Kurd, Kurdî û Kurdistanê nekirin!

Di karesata erdhejê de jî tehemula Kurd, Kurdî û Kurdistanê nekirin!

PeyamaKurd - Piştî karesata mezin a erdheja 6ê Sibatê ku navenda wê bajarê Mereş ê Bakurê Kurdistanê bû, hikûmeta Tirkiyê banga hawara lezgîn li civaka navdewletî kir. 

Li ser banga lezgîn a bo vê karesata mirovî beriya bi dehan welatên cîhanê Hikûmeta Herêma Kurdistanê kete tevgerê û bi karwaneke mezin a tîmên rizgarkirin û alîkariyê yên Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî (BCF) di nav çend saetên destpêkê de gihîşt Bakurê Kurdistanê.

Tîmên BCFê tevî rizgarkirina gelek canan ji bin kavilan, bi ked, xîret û dilsozî xizmeta ziyandîtiyên erdhejê kirin.

Ev xizmeta bêhempa û hawarhatina bo vê karesata mezin a Herêma Kurdistanê, li nav kurdên bakur bi germî û wekî hevkariyeke pir bi qîmet hat pêşwazîkirin.

Bi peyamên nijadperestî pêşwazî li alîkariyên Kurdistanê kirin

Li aliyê din di vê dema ku hîn enqazên erdhejê nehatibûn rakirin de, nijadperestiya Tirk jî ji aliyên siyasî bigirin heta gelek kesên ji rêzê li dijî Kurdan li ser kar bû.

Saziyên dewletê jî di xizmetên hawarçûna mexdûrên erdhejê de, tevî ku piraniya bajarên bandora erdhejê li ser wan bûye bajarên Kurd bûn jî zimanê Kurdî nexistin nav 7-8 zimanên xizmetên têkilîdanînê yên bo mexdûrên erdhejê.

Dewlet û hikûmet ji dijminatiya Kurd û Kurdî venagerin!

Herî dawî jî piştî vê felaketa mezin Wezareta Derve ya Tirkiyê vîdyoyeke malavayî û spasiyê belav kir ku tê de ji bilî zimanê Kurdî û nîşandana hevkariya Herema Kurdistanê, bi zimanên wan spasiya bi dehan welatên bi tîmên xwe hatibûn hawarê kir.

Ew vîdyoya spasiyê ku Wezîrê Derve Mevlut Çavuşoglu belav kir, cardin anî bîra Kurdan ku di felaketên herî mezin ên mirovî de jî dewlet û hikûmetên Tirkiyê, ji dijminatiya Kurd û Kurdî venagerin û heta tehemula wan ji spasiyeke bi kurdî re jî nîne.

Spasî nekirina li Herêma Kurdistanê û Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî hat rexne kirin

Bi taybet piştî ku raya giştî ya Kurd bertek ji vê helwesta hikûmeta Tirkiyê re nîşan dan, hin partiyên siyasî yên Tirk jî li dijî vê helwesta dijî Kurd û zimanê Kurdî derketin.

Hejmarek kesayetên siyasî yên Kurd û Tirk bi peyamên xwe nebûna spasdariyekê bo Herêma Kurdistanê û Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî rexne kirin.

Serokê partiya DEVAyê Alî Babacan û rêveberên partiyê bi belavkirina peyamên spasiyê yên kurdî bertek nîşanî wê vîdyoya spasiya welatan da.

‘Em spasiya birayên Kurd ên tune hatine hesibandin dikin’

Serokê Partiya Gelecekê Ahmet Davutoglu ku serokwezîrtî jî kiriye, bi parvekirina peyamekê ew vîdyoya Wezareta Derve rexne kir û wiha got: “We spasiya tîmên alîkariyê yên hatibûn bi zimanê wan kir, lê we çima birayên me yên Kurd tune hesibandin? Em spasiya birayên Kurd ên wezîrê derve ew tune hesibandine dikin: Spas.”

Herwiha tevî ku hikûmeta Tirkiyê mexdûrên erdhejê yên Kurd ji zimanê wan bêpar hişt jî hin welatên Ewropî peyamên kurdî yên hevkarî û sersaxiyê belav kirin. 

Heta Serokomarê Alman jî peyama Kurdî belav kir

Serokomarê Almanya Frank Steinmeier jî ji ber erdheja li Kurdistan, Tirkiye û Sûriyê peyameke bi kurdî belav kir û hevxemî û hevkariya welatê xwe anî ziman.

Hêjayî bibîrxistinê ye, Wezîrê Derve Mevlut Çavuşoglu ku bixwe parlamentetê Antalyayê bû, li herêma xwe wekî kesekî esil kurd jî tê naskirin, lê belê li vir ya girîng ji esil û kokê wêdetir mirovatî ye û naskirina alîkariya hatiye kirin e. 

Di kodên deshilata Tirkiyê de Kurd û Kurdî tune ye

Xuyaye ew naskirin jî dema destê hawar û alîkariyê dibe Kurd, di kodên deshilata Tirkiyê de nayê dîtin.

Ger piçek jî hestên mirovî hebûna, diviyabû wekî tîmên alîkariyê yên destpêkî pêşî spasiya Herêma Kurdistanê hatiba kirin, lê mixabin dijminatî bi reng û awayên cuda dewam dike.