Dibe ku şer bigihe Sûriyê: Vekişîna Amerîka dê hêzên Kurd bixe zorê…

Dibe ku şer bigihe Sûriyê: Vekişîna Amerîka dê hêzên Kurd bixe zorê…
Bakurê Rojhilatê Sûriyê (Rojavayê Kurdistanê) piranî ji aliyê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ku ji aliyê Kurdan ve tê birêvebirin, tê kontrol kirin.
Heger Amerîka ji vê derê vekişe, HSDê bi tenê bihêle, wê şerên li herêmê tundtir bibin û xeteriya ku Tirkiye operasyonê bike jî zêdetir bibe.

PeyamaKurd – Sûriye piştî 12 salên şer bûye welatekî parçekirî û xwedî pêdiviyên alîkariya mirovî. Dibe ku şerê li Xezzeyê ku tundtir dibe, rewşa Sûriyê jî hîn xerabtir bike.

Her çiqas salên dawî pevçûnên li Sûriyê kêm bûne jî, hê bidawî nebûne. Di meha Cotmehê de, li bakurê rojavayê Sûriyê ku di bin kontrola milîsên Îranê de ye, êrîşên asmanî û bombardiman pêk hatin. Aboriya Sûriyê jî ber tunebûnê ve diçe.

Heta niha nîvî zêdetirê nifûsa Sûriyê reviyaye derveyî welat yan jî ji cih û warên xwe bûne. Neteweyên Yekbûyî radigihîne ku xelkê mayî jî pêdiviya wan bi alîkariyên mirovî heye.

Herwiha şerê Xezzeyê yê navbera Hemas û Îsraîlê de jî gelekî ruxîner bûye ku zêdetirî du milyon mirov li wir dijîn.

Piştî êrîşa Hemasê ya 7ê Cotmehê ku piranîya wan sivîl nêzî 1200 kes hatin kuştin, tê gotin ku di êrîşên Îsraîlê de zêdetirî 10 hezar kes hatine kuştin. Lê belê ev di heman demê de dibe ku êşa bi milyonan sûriyeyîyan jî zêdetir bike. Çimkî dibe pevçûn li alî sînorê Sûriyê belav bibin û dibe hilweşîna li Xezzeyê bandoreke mezin li ser Sûriyê û gihandina alîkariyên mirovî bike.

***

Li Sûriyê komên sereke kîjan in? Çi bertek ji Xezzeyê re nîşan dan?

Beşeke mezin a Sûriyê di bin kontrola Beşar Esad de ye ku ew jî di bin kontrola hêzên dijminê Îsraîlê yên girêdayî Îranê yên Hizbullaha Lubnanê û nêzî Hemasê de ye.

Esed herwiha piştevaniya Rûsyayê jî distîne ku hejmarek baregehên rûsî jî li wir hene. Ji destpêka şerê Xezzeyê ve Esed bi dengekî nizm rewş şopand û Îsraîlê bi faşîzm û qirkirinê tawanbar dike.

Beşek mezin a aliyê bakurê Sûriyê jî di bin kontrola milîsên girêdayî Enqereyê de ye. HTŞ ya koma îslamî bakurê rojavayê herêma Idlibê di destê xwe de digre. komeke din jî sînorên başûr kontrol dike. Milîs jî heman weke Tirkiyê piştevaniya Filîstînê dikin.

***

Herêma Rojava di kontrola Kurdan de ye

Bakurê Rojhilatê Sûriyê (Rojavayê Kurdistanê) piranî ji aliyê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ku ji aliyê Kurdan ve tê birêvebirin, tê kontrol kirin.

Hin herêm ji aliyê HSDê ve, hin dever ji aliyê hêzên rûsî ve û hin dever jî ji aliyê artêşa amerîkî ve têne parastin. Li Kurd bêhtir bi Amerîka re di heman xetê de ne.

Lîderên Kurd ên li Sûriyê di daxuyaniyên xwe yên bo şerê Xezzeyê de gelekî bi pîvan tevdigerin û tenê xemgîniyê nîşan didin.

Dibe ku sedema vê  ew be ku piştevaniya Amerîkayê nexin xeterê. Lê di serê lîderên Kurd ên Sûriyê de jî tiştên din hene; Hewl didin balê bikşînin ser êrîşên Tirkiyê yên ser herêmên wan.

***

Li Sûriyê çi diqewime?

Her çiqas di navbera Hizbullah û Îsraîlê de, hin pevçûn li ser sînoran rû didin jî berevajî Lubnanê, Sûriye di eniya pêş de cî nagire. Îsraîl bersiva êrîşên ji aliyê Lubnanê ve, bi bombebarana asmanî dide, lê eniya sînor a ligel Sûriyê aramtir dixuyê.

Ev bi xwe nayê wateya ku rewş aram e. Di çend rojên borî de Îsraîlê li ser Sûriyê êrîşên bi ser milîsên Îranê de zêde kirin. Her ku nehatibe piştrastkirin jî bi taybet li ser balafirgehên Şam û Helebê gelek êrîş pêk hatin.

Îsraîl dibêje, Îran bi ser Sûriyê de, çek û cebilxaneyan ji milîsên xwe û hizbullahê re dişîne. Wezîrê Berevaniya Îsraîlê hişyarî da ku ew dê destûrê nedin li Sûriyê eniyeke nû ya Hizbullahê bê vekirin û destûra hebûna leşkerî ya Îranê li Sûriyê nedin.

Washingtonê jî di asteke nizm de bersiva êrîşan da û wekî dixuyê ti bandorek jî nekir. Ligel van hemûyan jî şerê navxwe yê Sûriyê didome. Her çiqas rageşî kêm bûye jî hîn bidawî nebûye.

Di heyama kurt û dirêj de wê çi bibe?

Kısa vadede işler daha da kötü olabilir. Uzun vadede öyle olacaklar. 

Di heyama kurt de, dibe ku rewş xerabtir bibe. Lê di heyama dirêj de tiştên rû bidin…

Ji ber ku gelek caran Îsraîl balafirgehên Sûriyê yên Şam û Helebê bombebaran dike, ne tenê çûnûhatina rêwiyan herwiha bandora neyînî li ser alîkariyên NY û saziyên sivîl jî dike. NY par hişyarî dabû ku bombebaran encamên cidî yên mirovî bi xwe re tînin. Bi vî awayî dixuyê ku dê di heyama dirêj de jî krîza mirovî hîn kûrtir bibe û wê şerê Xezzeyê jî vê yekê hîn bileztir bike.

***

Gelo wê rewş hîn xerabtir bibe?

Lübnan-İsrail sınırındaki durum, Suriye'yi saran büyük bir çatışmanın en olası tetikleyicisidir.

Rewşa li ser sînorê Lubnan-Îsraîlê, wê rê li ber pevçûnên mezin ên Sûriyê jî bigire nav xwe veke. Îsraîl û Hemasê ji bilî rojên 24-30yê Mijdarê her roj pev çûn. Her çiqas herdu alî ji şerekî mezin dûr disekinin jî êrîş gihîştin heta Lubnanê jî.

Heke şaşfêmkirinek di navbera herdu aliyan de çêbibe, dibe ku rewş ji kontrolê derkeve. Ji ber ku Hizbullah li cihên leşkerî yên Îran û Sûriyê çalak e, hema bêje teqez e ku Sûriyê jî bikşînin nav şerê Îsraîl-Lubnanê.

Êrîşên ser baregehên Amerîkî bi tenê rê nade agirekî mezin li herêmê. Lê belê heke destûra gurkirina aloziyê bê dayîn, wê bandora nakokiyên navbera Îran-Amerîkayê ya xerab li ser Iraq û Sûriyê çêbibe. zêdebûna rageşiyê dê xwegihandina bi rêya bejahî ya Amerîkayê asteng bike û yekser bibe sedema vekişîna hêzên Amerîkî jî.

Heger Amerîka ji vê derê vekişe, HSDê bi tenê bihêle, wê şerên li herêmê tundtir bibin û xeteriya ku Tirkiye operasyonê bike jî zêdetir bibe.


Aaron Lund | The New Humanitarian 

Werger-Sererastkirin | PeyamaKurd