‘Erdoganê hostayê polîtîkayên hevsengiyê, Tirkiyê vedigerîne kokên wê yên Îslamî’

 ‘Erdoganê hostayê polîtîkayên hevsengiyê, Tirkiyê vedigerîne kokên wê yên Îslamî’

PeyamaKurd - Weşana The Hill a xwedî prestîj li Amerîkayê, li ser serdema nû ya Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan û çawaniya pêwendiyên Tirkiye-Amerîkayê analîzek weşand.

Di analîzê de, tê destnîşankirin ku dê rotaya polîtîkaya serbixwe ya Erdogan di serdema nû de, hîn bipêştir biçe, dê Amerîka bi taybet di mijara rageşiya ligel Rûsyayê de û herwiha ji ber hebûna baregehên xwe yên li Tirkiyeyê, pişta xwe nede Tirkiyeyê.

Dîsa tê gotin, “Êdî ji ber ku Amerîka jê piştraste ku dê Erdogan li ser deshilatê bimîne, wê dijbertiya Tirkiyeyeya hevpeymana domdirêj ji bo Washingtonê ne tiştekî rast be.”

“Erdogan peyamê dide hevpeymanên xwe yên Amerîka û NATOyê”

Hilbijartina Erdogan a ji bo deshilatdariya serdema sêyem a 5 salan, peyamê dide hevpeymanên Tirkiye yên Amerîka û NATOyê.

Erdoganê ku hema bêjin, di navbera Rûsya û welatên Rojavayî de pêgeheke bêalî pêk aniye, muhtemel e ku di serdema nû de jî îtibara xwe ya zilamê bihêz zêdetir bike. Dema daxwaziya ji nû ve derketina pêş a Tirkiyeyê wekî pêgeha pireyekê û hêzeke mezin di navbera Ewropa, Rojhilata Navîn û Bloka Rojhilat de bê fikirîn, dê bawerîpêanîna Tirkiyeyê ya wek endama NATO her tim bi rîsk be.

Amerîkaya ku meyla Erdogan a otokratîk rexne dike, di heman demê de di geşedanên leşkerî û dîplomatîk de, rêzê li polîtîkaya rêya navîn a Erdogan digire û neçar e li gorî wê pê re tevbigere.

Pêwendiyên Amerîka yên bi Tirkiyeyê re, ji ber hebûna 5 hezar leşkerên wan li Tirkiyeyê, hebûna gelek balafirên amerîkî û heta hebûna 50 bombeyên atomî gelekî tevlîhev e.

Erdogan bûye hosteyê polîtîkaya hevsengiyê

Erdogan bi Washington û Moskowê re polîtîkaya hevsengiyê pêk tîne û hem di pêwendiya ligel Pûtîn û hem di ya Joe Biden de bûye hoste.

Hem Pûtîn hem jî Biden, serkeftina Erdogan a hilbijartinê pîroz kirin.

Tirkiye bi girîngiya pêgeha xwe ya cografî re, hem ketina nav Derya Reş diparêze û kontrola derbasbûna keştiyên Rûsya û Ukraynayê di destê xwe de digire. Pêwîste NATO spasdarê Tirkiyeyê be ku rê ji korîdora vegunestina dexlê re vekiriye û nehiştiye xelaya xidayan li welatên din çêbibe.

“Erdogan, Tirkiyê vedigerîne kokên wê yên Îslamî”

Lê belê Tirkiyeya ku ji aliyê Erdogan ve tê birêvebirin, ne hevpeymaneke heweskarê pêkanîna polîtîkayên Amerîkayê yên herêmê ye.

Erdogan rabirduya Tirkiyeyê ya heta radeyekê modern û demokratîk bi derxistina pêş a nirxên Îslamî re vedigerîne kokên wê yên berê.

Li aliyê din Erdogan hem Îsraîlê ji ber pevçûnên ligel Filîstînê bi tundî rexne dike, di heman demê de jî pêwêndiyên dîplomatîk ji nû ve pê re saz dike. Wekî pêwendiyên bi NATO û Washingtonê re, Tirkiye ji bo bidestxistina pozîsyona bazariya mezin di mijara Filîstîn-Îsraîlê de jî gavên mîna wan davêje.

Lê ev rewş Amerîkayê her diçe zêdetir ber bi nediyariyekê ve dibe. Bi taybet şerê Ukrayna-Rûsyayê ji bo Washingtonê zehmetî derxistiye ku bikare berê polîtîkaya xwe ya Tirkiyeyê biguherîne.

Heye ku hevpeymanîbûna Amerîka-Tirkiyeyê nejidil be jî bidome

Êdî ji ber ku Amerîka jê piştraste ku dê Erdogan li ser deshilatê bimîne, wê dijbertiya Tirkiyeyeya hevpeymana domdirêj ji bo Washingtonê ne tiştekî rast be.

Heye ku ji niha û pê de, hevpeymanîbûna Amerîka û Tirkiyeyê her çiqas nejidil be jî berdewam bike. Tirkiye jî wê ne tenê di navbera Rûsya û Rojava de, herwiha di navbera Rojava û hêzîn cuda yên Rojhilata Navîn de peywira tamponbûnê bidomîne.

Dibe ku amerîkî ji ber serkeftina Erdogan a ku derbasî serdema nû bûye, hêvşikestî bûne. Lê li aliyekî jî dibe ku minetdarê wî ne ku rotaya polîtîkaya Tirkiyeyê ji bingehê ve neguhertiye.

Heta ku Tirkiye ji hêzên Amerîkayê re nebêje biçin, Washington jî bi hêviya berdewamkirina statukoyê, baregehên xwe li cihên wan dihêle. Herwiha hebûna serikên bombeyên atomî yên Amerîkayê li Tirkiyeyê jî binê girîngiya pêwendiya herdu welatan xêz dike.

Nabe ku Washington gefên Pûtîn ê şerê nukleerî piştguh bike û hevpeymanîbûna xwe ya bi Tirkiyeyê re bidawî bîne.


Werger-Sererastkirin: PeyamaKurd