Erdogan nîşan da ku ew li Suriyê ‘polîtîkaya dijî xweseriyê’ nerm nakin!
PeyamaKurd - Armanca Tirkiyeyê ew e ku penaberên Sûriyeyê vegerîne û rê li ber ‘xweseriya’ Kurdan a li Sûriyeyê bigire. Daxuyaniyên Erdogan nîşan dide ku dê Enqere têkoşîna xwe ya dijî YPG/HSDê tund bike û helwesta xwe ya dijî ‘xweseriyê’ nerm neke.
Dezgeha ramyarî ya Amerîkî ya bi navê Foreign Policy Research Institute, analîzek derbarê polîtîkayên muhtemel ên serdema nû ya Erdogan weşand.
Di analîzê de li ser daxuyaniyên piştî hilbijjartinê yên Erdogan nirxandin hatiye kirin û hatiye diyarkirin ku dê Tirkiye di heyama nû de têkoşîna dijî YPG/HSDê tundtir bike û polîtîkaya xwe ya derbarê ‘herêma rêveberiya xweser’ de nerm neke.
Di analîzê de gavên ji bo plana Tirkiyê ya normalbûna bi Esed re û şandina penaberên sûrî û bi fînansmana Qeterê proseya avadankirinê hatiye nirxandin û hatiye gotin ku dibe Ewropa ji bo rawestandina pêla penaberan alîkariya Tirkiyeyê bike.
Pêşendana hêzê ya Erdogan
Erdogan vê carê axaftina xwe ya serkeftina hilbijartinê li şûna navenda partiya xwe, li Kuliyeya Serokomariyê ya Enqereyê kir ku ev ne tesaduf bû. Ev biryar di rastiyê de, pêşandana hêzê bû. Her çawa be jî Erdogan tevî şikestên aborî, siyasî û civakî di gera duyem a hilbijartinê de bi ser ketibû.
Qelebalixa ku li ber kulliyeyê kom bûbû, alên Tirk, remzên nijadperestiya Tirk û nîşana Rabîayê kirin. Gotinên neteweperestî jî mohra xwe li daxuyaniyên Erdogan da.
Dema ku ji aliyê qelebalixê ve dirûşmên îdamkirina Hevserokê berê yê HDPê Selahattîn Demirtaş hatin qêrîn, Erdogan jî soz da ku dê di heyama deshilatdariya wî de neyê serbest berdan.
Erdogan herwiha soza paqijkirina sînorên başûr ji terorê û vegerandina penaberên Sûriyeyê da. Niha Tirkiye li gorî amarên fermî malevaniya 3,6 milyon penaberên tomarkirî yên Sûriyê û 320 kesên ji miletên din, dike.
Rawestandina "Xweseriya Kurdan”
Ji dema ku Tirkiyeyê sala 2016 operasyona bejahî li ser Rojava da destpêkirin ve vegerandina penaberên Sûriyê di rojeva Enqerê de ye. Tirkiyê bi vê û operasyonên piştî wê de hewl da ku bi navê ‘herêma ewle’ qadekê pêk bîne.
Tirkiyê piştî siyaseta xwe ya destpêkê ya hilweşandina Esed, siyaseta xwe guherand û ji salên 2014-2016an ve berê xwe da astengkirina ‘Rêveberiya Xweser a Kurdan’.
Niha Artêşa Netewî ya Sûriyê ya opozîsyonê ku Tirkiye piştevaniya wê dike, Efrîn a li bakurê Helebê jî di nav de, qadeke berfireh a herêma navbera Girêspî û Kobaniyê li rojhilatê Çemê Firatê kontrol dike.
Nakokiyên navbera Sûriye û Tirkiyeyê
Enqere di du mijarên nakok de fişarê dike. Li aliyekî gefa operasyonê li bakurê Sûriyê (Rojavayê Kurdistanê) dixwe, li aliyê din jî ji bo destkeftinên xwe misoger bike, operasyonên bi dronan ên ku rayedarên bilind ên YPG/HSDê dike armanc pêk tîne.
Hevdem hikûmeta Erdogan hewl dide pêwendiyên xwe bi Beşar Esed re baş bike. Hewlên Enqereyê yên nêzîkbûna Esed, parçeyek ji polîtîkaya demên dawî ya normalbûnê û avakirina tifaqên nû ye.
Vegerandina Esed a ji nû ve bo Komkara Erebî, nêzîkbûna Sûriyê ya bi Erebistana Siûdî û Îran re, tevî nêzîkbûna welatên Ereb bi Îsraîlê re, baweriya bi Amerîkayê li herêmê kêm dike û hevsengiyên herêmê ji nû ve diguherîne.
Tevî van nêzîkatiyan jî nakokiyên cidî di navbera Esed û Erdogan de hene. Şam dixwaze Enqere hêzên xwe yên leşkerî ji Sûriyeyê bikişîne. Her çiqas vekişîna qonax bi qonax ji aliyê Tirkiyeyê ve piştevaniya wê tê kirin jî girêdana opozîsyona Sûriyê ya bi Tirkiyeyê re rewşê aloz dike.
Dahatûya polîtîkaya Enqerê ya Sûriyê
Enqere bi wergirtina hin sûdeyan di muzakereyên ligel Esed de, armanc dike ku hevsengiya li Idlibê neheje, beşeke maqûl ji penaberan vegerîne û ‘Xweseriya Kurdan’ asteng bike.
Di axaftina serkeftinê ya Erdogan de, balkişandina ser zêdekirina gavên ewlekariyê li sînorê başûr tê wateya ku dê têkoşîna Enqereyê ya dijî YPG/HSDê heta hetayê dewam bike.

Erdogan, di heman demê de jî hewla teşwîqkirina xebatên ji nû ve avadankirina pêkhateyên Sûriyê dide.
Biryardariya Erdogan a di girtîgehê de hiştina Demirtaş, soza ewlekirina sînorê başûr û beşdariya Partiya Doza Azad (HUDA PAR) di nav Tifaqa Cumhur a Erdogan de, nîşaneyên ku dê Enqere li Sûriyê polîtîkaya xwe ya derbarê xweseriyê de nerm neke.
Erdogan, di heman demê de jî hewla teşwîqkirina xebatên ji nû ve avadankirina pêkhateyên Sûriyê dide.
Werger-sererastkirin: PeyamaKurd
Ev nivîs 210726 car hatiye xwendin.