FP: Divê İran a piştevana Hizbullahê û çekên nukleerî neyên piştguh kirin!
PeyamaKurd – Weşana xwedî prestîj a Amerîkî Foreign Policy, li ser şerêÎsraîl û Hemasê û senaryoya veguherîna wî şerî wek şerekî herêmî û îhtimala bikaranîna çekên nukleerî ji aliyê Îsraîlê ve analîzek weşand.
Di analîzê de hatiye bibîrxistin ku xetera rûdane şerekî herêmî pir zêde ye û hatiye diyarkirin, dibe ku li dijî Îsraîlê gelek eniyên şer bên vekirin ku dê ev jî rewşê ber bi felaketekê ve bibe.
Bal hatiye kişandin ku çekên nukleerî yên Îsraîlê yên nehatine rojevê û zêdekirina hêzên Amerîkî li herêmê jî wekî xetera mezin a rûdana şerekî herêmî ne.
Beşên girîng ên analîza Foreign Policy wiha ne:
Ji ber mezinbûna êrîşa Hamasê hikûmeta Îsraîlê naxwaze ji bilî qelandina koka Hemasê û komên wekî wê, armanceke din ji xwe re diyar bike.
Her çiqas niha hem li hûndir hem jî li derve piştevaniya jiholê rakirina Hemasê tê kirin jî, Serokwezîrê berê yê Îsraîlê Ehûd Barak û çend kesayetên din ên îsraîlî dibêjin, biserxistina vê armancê ne hêsan e..Lewra gelek xeteran jî bixwe re dihewîne.
***
Heger armanceke wiha bikeve pratîkê, ya divê Îsraîl bala xwe bide ser helbet wê ne Hemas e. Ji ber ku wê sînorê 130 km yê Lubnanê ku sînorê Hizbullahê ye û 70 km sînorê Girên Golanê bibin eniyên şer.
Niha eniya bakur ji bilî çend bûyerên biçûk, bêdeng be jî dibe ku ev bûyer ji nişka ve bigihin asta şerekî herêmî yê giştî jî.
Di destê Hizbullahê de bi deh hezaran roket û fuze hene ku ger şerekî wiha rû bide, dê rûbirûbûna Îsraîl-Hizbullahê ne hêsan be.
***
Divî Îrana piştevana Hizbullahê neyê pişguhkirin!
Xaleke din a divê neyê piştguhkirin jî Îrana piştevana herî girîng a Hizbullahê ye. Wezîrê Derve yê Îranê Huseyîn Emîr Ebdullahyan di serdana xwe ya Beyrûdê ya 14ê Cotmehê de got, heke bombebarana ser Xezeyê raneweste, wê hejîneke mezin li benda Îsraîlê be
Lê belê heke Îsraîl ji bo tunekirine Hemasê operasyoneke demdirêj bide destpêkirin, hîn jî nediyar e bê wê Hizbullah û Îran destwerdanê bikin yan nekin.
Senaryoyên wekî yên şerê 1973yan
Di sala 1973yan de heman tişt rû dabû û li gorî belgeyên piştî şer ên Artêşa Bakur a Îsraîlê, alarmên şaş ên wekî Misir û Sûriye li hember Îsraîlê dest bi êrîşê kirine hatibûn dayîn.
Ev alarm, dibe ku niha bi şaşîtî têne dayîn, lê belê heke Îran tevlî bibe yan nebe, di navbera Hizbullahê û Îsraîlê de, bi şaşî yan jî bi qestî zêdekirina tansîyonê, muhtemel e ku bibe sedema şerê herî xedar ê heta niha me şahidiya wê nekiriye.
Biden rewş rave kir û ferman da
Serokê Amerîkayê Joe Biden beriya ku rewş bigihe asta şerekî herêmî, fermana şandina keştiya USS Gerald R. Ford da ku biçe peravên Îsraîlê. Ji bilî wê jî alavên leşkerî û xeta sewqîyatê dabîn kir ku piştî wê fermanê jî keştiya USS Eisenhower ber bi Rojhilatê Derya Spî ve bi rê ket.
Heta niha di şerê ku Îsraîl bûye aliyekî wê de, ti hikûmeteke Amerîkî ewqasî bilez û bi biryar destwerdan nekiribû.
Bi rastî jî piştgiriya Biden a bo Îsraîlê bê mînek e û li pişt wê jî kombînasyoneke nirxan, berjewendiyan, nêzîkatiya hestî û pêdiviyên stratejîk heye.
Dema ji hêla stratejîk bê şîrovekirin, armanc eşkere ye. Çavtirsandina Îran û Hizbullahê ye ku bi gotina Biden, “nekin nekin nekin”.
Çekên nukleerî yên Îsraîlê û helwesta Amerîka
Li aliyê din dibe ku endîşeyeke din a stratejîk hebe. Washington vê rastiyê nexwaze bîne ziman jî Îsraîl xwedî çekên nukleerî ye. Lê heta niha ti carî li ser hejmar û cûreya wan çekan de, ti daxuyaniyek nedaye û ceribandina çekên nukleerî jî nekiriye.
Îsraîlê di zêdetirî 50 salan de, bingeheke bêmînak a nukleerî ava kiriye û li hember gefên li ser hebûna xwe, helwesta xwe ya li herêmê diyar kiriye.
Endamê Lîkudê yê rastgirê tundrê Tally Gotliv li ser vê mijarê çend roj berê ji hikûmeta Îsraîlê xwest, 'çekên qiyametê jî tê de, her çi cebilxane hebin’ li hember Hemasê werin bikaranîn.
Lewma jî di vê rewşa hesas de, divê ti carî helwesta Îsraîlê ya xweser a nukleerî neyê piştguhkirin.
Di vê proseyê de Joe Biden ê niha bi şerê bi Ukraynayê re mijul e, baş dizane ku şikandina pêzanînên nukleerî di asta gerdunî de, mijareke pir cidî û hesas e.
Ev nivîs 210711 car hatiye xwendin.