'Ger Tirkiye dixwaze bibe beşeke jêneger a welatên Rojavayî…'

'Ger Tirkiye dixwaze bibe beşeke jêneger a welatên Rojavayî…'

PeyamaKurd - Weşana bi prestîj a li Amerîkayê National Interestê, li ser hilbijartinên 14ê Gulanê yên Tirkiyeyê û Erdogan analîzeke balkêş weşand.

Di analîza National Interestê de, tê bibîrxistin ku hemleyên polîtîkaya derve ya Tirkiyeyê, zirarê didin NATO û Amerîkayê û tê gotin; “Tirkiye li Rojhilatê Derya Spî xebatên sondajê dike” û “bi operasyonên ser şervanên Kurd ên li Sûriyê” pêşiya çalakiyên Amerîka yên li herêmê digire.

Li aliyê din tê diyarkirin ku heger Erdogan di hilbijartinan de têk biçe, dibe ku bê darizandin û ev jî bibe sedema gefa ewlehiyê li Tirkiyeyê. Loma jî divê Amerîka derbarê hilbijartinên Tirkiyeyê de bangewaziyeke bihêz bike.

 

Tevahiya analîza National Interestê wiha ye:

"Amerîka û Ewropa di wê nêrînê de ne ku divê li Tirkiyeyê hilbijartineke dadwerane û azad bê encamdan.

14ê Gulanê dê ji bo berdewama 5 salên din a rêveberiya Erdogan a 21 sal li pey xwe hiştiye deng bê dayîn. Di demên dawî de, li gorî encamên çend rapirsîyan namzedê opozîsyonê Kemal Kilicdaroglu bi rêyeke girîng li pêş xuya dike.

Ji hilbijartina derketina Tirkiyeya demokratîk di berjewendiya Amerîka û Rojava de ye. Lewra ger ji Rojavayê dûr bikeve, wê neyarên wekî Rûsya û Îran cesaretê bistînin. Hatina vê astê ya Tirkiyeyê jî girêdayî lîderên wê demên pêş e.

“Ji NATO bo Kurdên Sûriyeyê…”

Tirkiye her diçe ji pêgeha NATOyê dûr dikeve û nêzîkî Rûsyaya Pûtîn dibe. Herwiha Erdogan bêyî guhdana ti aliyekî xebatên lêgerînên binê behrê berdewam dike û bi sorkirina dijminatiya hevpeymanên NATO re gefê li ser îstiqrar û ewlehiya Rojhilatê Derya Spî çêdike.

Li aliyê din gefa operasyonên nû li ser komên Kurdên Sûriyeyê dixwe ku bi vî awayê gefê li ser seqamgeriya Sûriyê jî çêdike. Heger Tirkiye dê careke din bibe beşeke necuda ya sîstema hevpeymaniya welatê Rojavayê, pêwîste guherîneke demokratîk a bêyî Erdogan pêk bîne.

Ev ne tenê bi sedema ku Tirkiye hevpeymaneke girîng a NATOyê ye, herwiha ji ber tekane welatê Misilman ê herêmê ye jî girîng e.

Êdî Tirkiye wekî ‘welatekî ne azad’ tê pênasekirin

Di 21 salên rêveberiya Erdogan a Tirkiyeyê de, mixabin bi awayekî dramatîk zemîna derbasbûna rêveberiya otorîteriyê hat amade kirin. Ev yek di rapora mafên mirovan a Wezareta Derve ya Amerîka û di nirxandina demokrasiyê ya Freedom House de jî hat belgekirin. Freedom House, ji Tîrmeha 2016an piştî hewla darbeyê ve êdî Tirkiyeyê wekî ‘welatekî ne azad’ pênase dike.

Di vê rewşê de hilbijêrên Tirk ji bo hilbijartina serokomarê nû ji gelek çavkaniyan bêpar in. Tirk ji agahiyên pêwîst ên hemû partî û namzedan bêpar in. Li Tirkiyeyê rewşeke medyayî ya derveyî destwerdana dewletê tune ye.

Di vê navberê de, Erdogan hewl dide ji bo hezkirina hilbijêran bistîne, mûçeya kêmane û mûçeya xanenişînan zêde dike û krediya erzan dide kargehan. Beriya erdheja wêranker a Sibata 2023yan jî ev rêbaz dihat bikaranîn, lê belê niha ev alîkarî bi navê avedankirina ji nû ve berdewam dike .

Encamên hilbijartinên ber bi aliyê Erdogan ve diguhere

Bi kurtasî, encamên hilbijartinên serokomariyê yên Tirkiyeyê bi îhtimaleke mezin di berjewendiya Erdogan de diguhere.  

Ev hilbijartin ji bo Erdogan, tenê ne pêşbirka mayîna li ser piyan e, herwiha pêvajoyeke hebûnê ye. Çimkî Erdogan, ger êdî ne serokomar be, muhtemel e ku wê ji ber suîstimala bêhejmar a erkan, neçar bimîne li dadgehê hesab bide.

Ji bo ku Amerîka pişta gelê Tirkiyê bigire, gelek derfet hene. Divê Washington ji bo hilbijartinên Tirkiyeyê bi awayekî demokratîk pêk bên, bangeke bihêz bike. Amerîka bi teşwîqkirina hilbijartinên dadwerane û azad, dikare piştevaniya xwe ya bo Tirkiyeyê berdewam bike."


Werger-Sererastkirin: PeyamaKurd