‘Hilbijartina Tirkiyeyê hilbijartineke ji nêzîk ve bê şopandin e!’

‘Hilbijartina Tirkiyeyê hilbijartineke ji nêzîk ve bê şopandin e!’

“Ji ber vê jî ev hilbijartina Tirkiyeyê hilbijartineke ku divê ji nêzîk ve bê şopandin e. Ev hilbijartin, dibe ku ji bo nûnertiya rastîn a hilbijêrên Tirkiyeyê derfeta dawî be.”


PeyamaKurd - Kovara National Interest ku li Amerîkayê weşanê dike û bi gotar û analîzên xwe yên derbarê mijarên cîhanê de derketiye pêş, li ser hilbijartinên Tirkiyeyê yên 14ê Gulanê nivîsek belav kir.

Di nivîsê de, hilbijartinên Tirkiyeyê wekî; ‘yek ji hilbijartina herî girîng a dinyayê’ tê nasandin û tê gotin, di damezrandina hikûmeta nû ya opozîsyona Tirkiyeyê de, berjewendiyên dualî yên Amerîka û Ewropayê hene.

Di analîzê de tê destnîşankirin, “Dibe ku ji bo nûnertiya rastîn a hilbijêrên Tirkiyeyê ev derfeta dawî be.”

Di gotarê de tê bibîrxistin ku yek ji hilbijartina herî girîng a cîhanê wê 14ê Gulanê li Tirkiyeyê bê kirin û seltanata Erdogan a 20 salan rûbirûyî xeteriyên mezin e.

Nivîsa Kovara National Ineterest wiha dewam dike:

“Heger opozîsyon bi ser bikeve çi li benda polîtîkaya derve ye?”

Her çiqas enflasyon û bihayî ji bo motîvekirina hilbijêran li dijî Erdogan têr neke jî, dibe ku kêmasî û têrnekirina hikûmetê di felaketa erdheja 6ê Sibatê de, baweriya bo Erdogan kêm kiribe.

Lê belê ger bloka opozîsyonê bi ser bikeve, divê rayedarên Amerîkî, Ewropî û yên hêzên din ên dinyayê ji bo polîtîkaya derve ya Tirkiyeyê li benda çi bin?

Têkiliyên Enqere û hevpeymanên Rojavayî hema hema di hemû waran de hatiye asta herî nizm. Piraniya gengeşî û nîqaşan li ser firotina balafirên F-16, berfirehbûna NATOyê û şerê navxwe yê Sûriyê ne ku di çarçoveyeke gelekî teng de ne.

 ‘Li belê hikûmeta nû ya bi seroktiya opozîsyonê, dikare gelek mijarên nakok ên li ser berjewendiyan bilez biguherîne.’

Tirkiyeya ku endameke NATOyê ye, di çerxerêyeke gelekî girîng a pireya navbera welatên Rojava û Rojhilat de ye û girîngiya pêgeha wê ya jeostratejîk jî bi şerê navbera Moskow û Ukraynayê re zêde bû.

Ger tifaqa opozîsyonê were ser deshilatê, nîşaneyên eşkere yên ku wê têkiliyên dîplomatîk ên ligel Ukraynayê di berjewendiya Ukraynayê de bên guhertin, hene.

Heta niha Tirkiye ligel welatên Rojavayî tevlî dorpêçên ser Rûsyayê nebû, lê di hewldana korîdora zadê Ukraynayê bi ser Derya Reş de rolekî girîng lîst. Ev jî delîla wê yekê ye, mekanîzmeya Stratejîk a navbera Amerîka-Tirkiyeyê bê xwedî çiqas girîngî ye.

‘Tirkiye dikare roleke girîng bilîze’

Pandemî û şerê Rûsya yê Ukraynayê nîşan da ku di veguhestin û hinardeyên bazarên cîhanê de bi taybet jî bi zêdebûna bihayê sotemenî û xurekan re krîzeke kûr çêdibe û heta ku ev pêla aborî dibe delîl û sedema hilweşîna hikûmetan jî.

Tirkiye nêzîkî ji nîvî zêdetir rezervên petrola û gazê yên cîhanê ye. Ji bo ku di warê enerjiyê de bibe rêgeheke girîng jî xwedî pêgeha herî baş e. Lewma jî dikare di pêşxistina rezervên gaza Rojhilatê Derya Spî de roleke girîng bigire ser xwe.

Hikûmeta heyî, gelek derfetên ku Tirkiye li herêmê roleke diyar bigire ser xwe berhewa kirin, ji ber ku li şûna polîtîkayên baş li ser hatiye fikirîn, berê xwe da sloganên populîst.

“Divê hilbijartina Tirkiyeyê ji nêzîk ve bê şopandin”

Ger Tirkiye bi cîranên xwe ‘sifir pirsgirêkan dixwaze’ pêdiviya wê bi hikûmeteke ku li hember cîranên xwe bi niyeteke pak tevbigere û ji bo polîtîkaya navxwe şert û mercan îstismar neke, heye.

Bloka opozîsyonê, ji niha ve girîngiya pêşxistina pêwendiyên piralî ligel welatên cîhanê qebûl kiriye. Derfetên hevkariyê wê bê wateya ku li Tirkiye, herêmê û deverên din jî bandorê li ser îstiqrar û refahê bike.

“Ji ber vê jî ev hilbijartina Tirkiyeyê hilbijartineke ku divê ji nêzîk ve bê şopandin e. Ev hilbijartin, dibe ku ji bo nûnertiya rastîn a hilbijêrên Tirkiyeyê derfeta dawî be.”


National Interest

Werger - Sererastkirin | PeyamaKurd