HSD dikeve rewşeke krîtîk: Ger Amerîka ji Sûriyeyê vekişe…
PeyamaKurd - ‘Heta ku Amerîka garantiya dewletê bide’, wê Tirkiye hêzên xwe ji nav Sûriyeyê venekişîne. Ger Amerîka ji Sûriyeyê vekişe, wê rêveberiya Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) hilweşe û Tirkiye jî dikare wan koman tune bike.
Sûriyeyê, wekî mercê sereke yê asayîbûnê vekişîna hêzên Tirkiyeyê ji nav erda Sûriyê, daniye pêşiya Enqerê.
Di demeke nêzîk de vekişîna Tirkiyeyê nayê pêşbînîkirin
Lê belê li gorî nirxandinên gelek analîstan, vekişîna Tirkiyeyê ya bi temamî di demeke nêzîk de, ji ber çend sedeman ne mimkun xuya dike. Vekişîneke bi temamî jî tê pêşbînîkirin ku wê di rewşeke gelekî aloz de pêk were.
Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan, ji sala 2011an ve cara yekem e ku helwesteke nêzîk ji bo asayîkirina pêwendiyên ligel Beşar Esed nîşan dide.
Tirkiyeyê bi milyonan penaberên ji şerê navxwe yê Sûriyê reviyane hewandin. Lê belê di çend salên dawî de, li hember penaberê Sûriyeyê gazinên gelê Tirkiyeyê zêde bûne.
Erdoganê ku wê îsal ji bo ji nû ve bê hilbijartin bikeve hilbijartinan, bi normalkirina pêwendiyên bi Esed re, hêvî dike ku bi qasî 3 milyon penaberên Sûriyê, li bakurê Sûriyê ango herêmên Kurdan bicih bike.
Lê rejîm jî dibêje, divê berî her tiştî Enqere hemû leşkerên xwe ji nav Sûriyeyê vekişîne.
Parêzgeha Idlibê xwedî pêgeheke krîtîk û xeter e!
Tirkiyeyê bi operasyonên salên 2016-2019an li sê herêmên cuda yên Sûriyê bicih bû. Piraniya van herêman ji aliyê HSDê ve dihatin kontrolkirin.
Di çarçoveya rêkeftina sêalî ya Astanayê de ku Enqereyê bi Îran û Rûsyayê re îmze kiriye, li Idlibê leşkerên Tirkiyê jî dimînin. Hevdem ji ber êrîşeke muhtemel a ser Idlibê, bi milyonan kesên birevin jî wê berê xwe bidin Tirkiyeyê.
Ji ber vê rîskê, analîstê pispor ê Saziya Lêkolîna Navnetewî RANEyê Emily Hawthome dibêje: “Vekişîna qismî ya hêzên Tirk mimkun e, lê vekişîna bi temamî nayê pêşbînîkirin. Tirkiye dixwaze ji ber vê xetera penaberan, li seranserê sînor herêmeke tampon ava bike.”
Hawthome dide zanîn, vekişîna qismî ya Tirkiyeyê ji Idlibê, wê herwiha îhtimala êrîşên Sûriye û Rûsyayê zêde bike û ji bo çekdarên opozîsyona Sûriyê ji bijardeyên lihevkirina bi Esed re û şerkirinê pê ve ti bijarde nemîne.
Dîrektorê Navenda Lêkolînên Rojhilat Navîn Profesor Joshua Landis jî li ser hevdîtinên navbera Tirkiye û Sûriyê dibêje, “Enqere û Şam, wê ji bo testkirina xwazyariya dualî ya proseyeke gav bi gav dîplomasiyê bimeşînin.”
“Heta ku Amerîka garantiya dewletê bide Kurdan Tirkiye venakişe”
Herêmên ku ji aliyê Kurdan ve têne kontrolkirin xwedî hevsengiyeke tevlîhev in. HSD ya kuTirkiye wan wekî teror pênase dike, hevpeymana Amerîka ya şerê dijî DAIŞê ye li Sûriyê. Nakokiya herî mezin a herdu welat ji sala 2014an ve HSD ye.
Prof. Landis li ser mijarê vê şîroveyê dike: “Fikara herî mezin a Erdogan, ew e ku Amerîka HSDê ne tenê biçek dike herwiha wê meşrû jî dike. Ger ev pêk were, wê pir zehmetî li ber Tirkiyeyê çêbibe ku dixwaze PKK-YPGê ji holê rake.”
Di dewamê de jî Landis dibêje: “Ji ber ku Tirkiyeyê nekarî rejîma Esed hilweşîne, dizane ku divê pê re li hev bike. Herwiha ji bo xeteriya HSDê ya li sînorên wê jî fêm kiriye ku pêwîste bi Artêşa Ereb a Sûriyê û saziyên dewleta Sûriyê re bikev dîyalogê.”
Analîstê serbixwe yê Rojhilata Navîn Kyle Orton jî dide xuyakirin ku heta hebûna HSDê bidome û Amerîka jî garantiya dewletê bide Kurdan, wê Tirkiye ji Sûriyeyê venekişe.
Orton di dewama nirxandina xwe de diyar dike; “Ger Amerîka ji Sûriyeyê vekişe, wê rêveberiya HSDê hilweşe û Enqere jî bikaribe ji heqî komên li vê derê (Rojava-Sûriye) derkeve.”
Paul Iddon | The New Arab
Ev nivîs 210729 car hatiye xwendin.