Hurgiliyên hilbijartinên Rojavayê Kurdistanê: Çi tê zanîn?

Hurgiliyên hilbijartinên Rojavayê Kurdistanê: Çi tê zanîn?

PeyamaKurd – Hilbijartinên herêmî yên Rojavayê Kurdistanê ku biryar bû 11ê Hezîranê bên kirin û piştî bertekan ji bo meha Tebaxê hatin paşxistin, di rojeva herêmê û civaka navnetewî de ne.

Komîseriya Bilind a Hilbijartinan a Rêveberiya Xweser, roja 6ê Hezîranê ragihand ku li ser daxwaza aliyên siyasî yên herêmê û ji bo di keşûhewayeke demokratîk de bên kirin, hilbijartinên herêmî hatine paşxistin.

Hilbijartinêr Rojava ku herêmeke mezin a Sûriyê vedihewîne nav xwe, bi taybet ji aliyê Tirkiyê rastî bertekên tund hatibû.

Li aliyê din Amerîkayê her çiqas piştevaniya hilbijartinan neke jî gotibû, niha şert û mercên herêmê ji bo hilbijartinan ne guncaw e, ji ber ku nêzîkatiya partiyên siyasî yên herêmê bo hilbijartinan ji hev cûda ye.

Partiyên di bin banê Encûmena Niştimaniya Kurdi li Sûriyê (ENKS) ku nêzê xeta Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ne, berê ragihandibûn ku ew hilbijartinên bêne kirin boykot dikin.

Tevî vê jî Rêveberiya Xweser ragihandibû ku ne pêkan e hilbijartinên bên betalkirin.

Hilbijartinan kê ji bo çi li dar dixe?

Hêjayî gotinê ye, piştî destpêkirina şerê navxwe yê Sûriyê ku sala 2011an dest pê kir, deverên bakurê Sûriyê û beşeke mezin a welêt kete bin kontrola hezênê Kurd.

Herêm ji aliyê siyasî ve jî kete kontrola TEV-DEM a Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) pêşengiya wê dike û hêza wê ya leşkerî jî Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ne.

Rêveberiya Xwesern ku bi sîstema kantonên wekî Cizîr, Efrîn û Kobanî hatiye avakirin, piştî herêmên din jî ji destê DAIŞê hatin rizgarkirin, berfirehtir bû û navê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li xwe kir.

Beriya niha jî li herêmê hin hilbijartin hatin kirin

Meclîsa Sûriya Demokratîk (MSD) erka darazê ya Rojavayê Kurdistanê di destê wê de ye, di meha Nîsanê de yasaya nû ya hilbijartinan pesend kir û Komîseriya Bilind a Hilbijartinan diyar kir.

Komîseriyê pêşî ji bo hilbijartinên herêmî yên şaredariyên bajar û bajarokên jêr kontrola Rêvberiya Xweser, 30 Gulanê diyar kiribû. Paşê hilbijartin bo 11ê Hezîranê hatibûn paşxistin û niha jî ji bo meha Tebaxê careke din hatin paşxistin.

TEV-DEMê beriya niha ragihandibû ku ne mimkun e hilbijartinên 11ê Hezîranê bên betalkirin.

Hilbijartin li 7 deverên herêmê têne lidarxistin:

Cizîr, Deyr Ez Zor, Reqa, Firat, Minbic, Efrin-Şehba û Tebqa ne.

Herwiha biryar bû li 6 bajarên mezin, 40 bajar û 105 bajarokan sindoqên dengdanê bên danîn.

Li herêmên di bin kontrola artêşa Tirkiye û komên çekdar jî wê hilbijartin neyên kirin. Li gorî ragihandina Rêveberiya Xweser, tevî hinek hevpeymanan bi giştî 30 partiyên siyasî beşdarî hilbijartinan dibin.

Partiyên nêzî PDKê hilbijartinan ji bo çi boykot dikin?

Partiyên nêzê xeta PDKê yên ENKSê beriya niha ragihandibûn ku ew hilbijartinan boykot dikin.

Serokê ENKSê Silêman Oso got ku ji ber wê ne hilbijartinên adil bin û dê hêza leşkerî ya PYDê bi zextan li xelkê bike ji bo deng bidin, encamên hilbijartinê wê nerewa bin û ew beşdarîyê nakin.

Amerîkayê çi bertek nîşan da?

Her çiqas Amerîka bi awayekî eşkere piştevaniya YPG û Rêveberiya Xweser dike jî Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê çend roj berê 30yê Gulanê got ku niha ne demek e guncaw e ji bo hilbijartinan û heger şert û merc bên dabînkirin, hilbijartinên bi tendurist paşê dikarin bên kirin.

Hevserokê PYDê Salih Muslim li ser vê daxuyaniyê got, “Ev daxuyaniyeke dîplomatîk e û bi mebesta Tirkiyê aciz neke hatiye kirin”.

Tirkiye ji bo çi bertekê nîşan dide?

Tirkiye bi salan e nerazî ye ku Amerîka piştgiriya YPG/HSD û rêveberiya Rojava dike û PYD-YPGê wekî baskê PKKê dibîne.

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, 30yê Gulanê li merasîma destpêkirina Tetbîqata EFES-2024 ya Îzmîrê gefa hilbijartinên li Rojavayê Kurdistanê xwar û wiha axivî:

“Em çalakiyên hedefgirtina yek parçeyiya welatê me û Sûriyê yên bi hinceta dengdana gel ji nêzîk ve dişopînin. Me berê jî polîtîkaya xwe ya derbarê vê mijarê de bi awayekî zelal eşkere kir. Tirkiye li kêleka sînorên xwe yên başûr, li bakurê Sûriye û Iraqê bi ti awayî rê nade ku rêxistina dabeşker teroristanekê ava bikin. Me berê jî li hemberî bûyerên ‘çêbû qediya’ tiştê pêwîst kir. Eger em rûbirûyî heman rewşê bibin em ê dîsa jî tiştê pêwîst bikin.

Bila bê zanîn ku ti wateya hinceta şerê DAIŞê li cem me nemaye. Yekane welatê hevpeymanê NATOyê yê ku li qadê mil bi mil rûbirûyî DAIŞê bûye û derbeyên giran lê dane em in. Ji ber wê jî em baş dizanin ku bi rêya vê rêxistinê dixwazin çi bikin û li herêma me lîstikeke çawa bilîzin. Eger mijar bibe yekparçeyiya welatê me û ewlehiya gelê me, em guh nadin kesekî û serê xwe li hemberî ti gefê natewînin.”

Li aliyê din Rêveberiya Xweser jî bi daxuyaniyekê ragihand ku hilbijartin jî di nav de ew mijarên navxwe yên wan û rêveberiya Şamê ne û ti eleqeya wê bi ewlehiya Tirkiyê re tune ye.

Herwiha 33 partî û rêxistinên li Rojavayê Kurdistanê jî bi daxuyaniyekê ragihandin ku ew piştevaniyê didin yekparçebûna Sûriyê û ev ezmûna wan rêveberiyê ji bo welatên cîran gefê çênake.

Di daxuyaniyê de bang li Tirkiyê jî hate kirin ku nêzîkatiyeke êrênî li hember vê ezmûna demokratîk a hilbijartinan bike.

Rêveberiya Esed çawa nêzîk dibe?

Ji Şamê heta niha derbarê hilbijartinan de ti daxuyaniyeke nehatiye dayîn.

4ê Hezîranê ajansa fermî ya Sûriyê SANAyê ragihand ku Wezîrê Derve Feysel Miqdat gotiye: “Mercê bingehîn ê dîyaloga bi Tirkiyê re ew e ku Tirkiye bi eşkere beyan bike ew amade ne ji herêmên dagir kirine vekişin.”

Ev nivîs 87507 car hatiye xwendin.