Iraq | Piştî tevgera leşkerên Amerîkî hêzên Heşda Şeibî ji holê winda bûn!

Iraq | Piştî tevgera leşkerên Amerîkî hêzên Heşda Şeibî ji holê winda bûn!

PeyamaKurd – Piştî ku ji hefteya borî ve, hêzên Amerîkayê li Iraqê ketin nav liv û tevgerê, komên nêzîkî Îranê yên girêdayî hêzên Heşda Şeibî jî xwe winda kirin.

Balafirên kargo yên leşkerî yên Amerîkayê li baregeha Eyn El Esed a Asmanî hejmarek zêde sefer pêk anîn ku tê gotin, ew tevgera hêzên Amerîkî ji bo veguhestina hêzên li Iraqê.

Sedema vê liv û tevgera hêzên Amerîka li Iraqê

Li aliyê din sererkanê Artêşa Iraqê Korgeneral Ebdulemir Yarallah jî roja Şemiya borî serdana baregeha Eyn El Esed kiriye û li wir li ser tevgera hêzên Amerîkî ji rojnamevanan re diyar kiriye, hejmareke kêm ya hêzên hevpeymaniyê li baregehê hene û sedema liv û tevgerê jî tenê bi mebesta perwerdeya leşkerî ye.

Herwiha Fermandarê Hêzên Operasyonên Hevbeş Tehsîn Hafacî jî gotiye ku baregeha Eyn Esed ya Iraqê ye û ji aliyê efserên iraqî ve tê birêvebirin, tenê di beşeke piçûk de hêzên hevpeymaniyê hene.

Li sînorên Iraq-Sûriyê bicih bûne

Li gorî Şerqûl Ewsetê, leşkerên Amerîkî ne li Iraqê lê li nav erda Sûriyê li ser sînoran bicih bûne û di rêkeftina navbera hikûmeta Iraqê û Amerîkayê de jî garantî hatiye dayîn ku firînên asmanî yên balafirên bêmirov tenê bi destûra hikûmeta Iraqê pêk tên.

Ji Washingtonê ti şîroveyek nehatiye kirin

Li aliyê din li gorî nûçeyê, heta niha jî Washingtonê derbarê liv û tevgera hêzên Amerîkayê li nav erda Iraqê ti şîroveyek nekiriye,

Herwiha piştî vê tevgerê jî rûspiyên eşîrên Iraqê gotine, komên çekdar ên girêdayî Heşda Şeibî ji ortê winda winda bûne û ev cara yekem e ku xuya nakin li herêma Enbarê.