Îsraîl-Filîstîn | Şerê Sîmçat Tora!

Îsraîl-Filîstîn | Şerê Sîmçat Tora!

PeyamaKurd – Êrîşa Hamasê ya 7ê Cotmehê bi ser Îsraîlê de û ji nû ve tundbûna şerê navbera Îsraîl û Filîstînê rojeva sereke ya cîhanê ye. Di êrîşa Hamasê de zêdetirî hezar welatiyên sivîl hatin kuştin û Îsraîl jî bênavber Xezayê bombebaran dike ku dorpêçeke tund li ser hatiye danîn.

Yek ji girîngiya êrîşa 7ê Cotmehê hatiye kirin jî ew e ku di roja Simchat Torah, ango Cejna Xitma Pirtûka Pîroz a Cihûyan Tewratê de hatiye kirin. 

Li gorî pisporan ev êrîşa dawî wê hevsengiya li Rojhilata Navîn biguherîne ku bi taybet Amerîka û welatên Rojavayî piştgiriyeke xurt didin Îsraîlê. Li aliyê din jî di serî de Îran piştgiriyeke xurt dide Hamasê û piştevaniya êrîşa terorî ya ser sivîlên Îsraîlî dike.

Weşana The National Interest bi îmzeya Carlos Roa, analîzeke berfireh li ser şerê ku piştî êrîşa Hamasê dest pê kiriye belav kiriye ku tê de dibêje;

“Êrîşa Hamasê ya ser Îsraîlê, ne tenê ji bo Rojhilata Navîn ji bo hemû dinyayê xaleke werçerxê ye.”

Êrîşa Hamasê bandora şokê çêkir

Carlos Roa ku di meha Tebaxê de serdana Îsraîlê û deverên sînorî yên rastî êrîşa Hamasê hatine kiriye dide xuyakirin, ‘Niha dibe ku dema vê nivîsê dinivîsim, gelek mirovên min nas kirine miribin.”

Di analîzê de tê gotin ku êrîşa Hamasê bandora şokê çêkiriye û ev ne tenê êrîşeke terorî ya girêdayî şerê Hamas û Îsraîlê ye, herwiha ji bo guhertina jeopolîtîka Rojhilata Navîn xala werçerxê ye.

Di nirxandinê de tê diyarkirin ku bi 5 hezaran moşekan Qubeya Hesin hatiye têkdan û nifuseke zêde ya Îsraîliyên nêzî sînoran hem rûbirûyî êrîşên moşekî hem jî bejahî bûne ku di vê menzereya hovane de, bi dehan îsraîlî hatine kuştin.

Herwiha tê bibîrxistin ku êrîş di roja Cejna Cihûyan de hatiye kirin û ev jî peyameke sembolîk e.

Hamasê hem beden hem jî rûhê cihûyan kire hedef

Carlos Roa şerê ku dest pê kiriye dişibîne, êrîşa Simchat Torah dibêje, nîşaneya şerekî asîmetrîk ê salên dawî di navbera Îsraîl-Filîstinê de, rû dide ye ku ji êrîşên Hamasê yên dawî hîn zêdetir peyaman dide.

Roa diyar kiriye ku du aliyên stratejiya êrîşa Hamasê hene ku bi êrîşkirina ser Simchat Torahê re, dixwazin gefê li vegotina rûhanî ya dewleta cihûyan bixwin. Ango ne tenê bedenan herwiha rûhê cihûyan jî kirine hedef û ev çalakiya Hamasê di kûrahiya xwe de, şerekî îdeolojîk radixe pêş çavan.

Li ser bandora Îranê ya vê êrîşê hatiye diyarkirin ku yek ji armanca sereke pêşîgirtina asayîkirina pêwendiyên Îsraîlê yên ligel Erebistana Siûdî û welatên din ên misilman e ku bandoreke mezin a Îranê li ser heye.

“Her çiqas di asta destpêkê de be jî, nermbûna pêwendiyên Îsraîl-Siûdî li Rojhilata Navîn tê wateya guherîneke bêmînak. Bi dehan salan welatên Ereb li hember Îsraîlê li eniyên cuda bûn, lê bi vekişîna Amerîka ya ji herêmê re, ji ber zêdebûna bandora Îranê, fikarên wan ên hevpar çêbûn ku neçar man dijminên xwe yên berê li ber çavan derbas bikin.”

Pêşbînîkirina dahatûya Rojhilata Navîn zehmet e

Pêşbînîkirina dahatûya Rojhilata Navîn pir zehmet e. Piştî ku Îsraîlê niyeta xwe ya kontrolkirina Xezayê û tunekirina Hamasê eşkere kir, cîhana Erebî ketiye rêyeke nû.

Gelo wê çalakiyên Îsraîlê şermezar bikin û xeteriya destjêkişandina proseya asayîbûnê bidin ber çavan? Yan jî wê tunekirina Hamasê wekî rêgeha aramî û îstiqrara Rojhilata Navîn şîrove bikin û piştgiriyê bidin Îsraîlê?

Dinyayê nefesa xwe girtiye temaşe dike!

Wê herdu bijarde jî encamên mezin ên jeopolîtîk bi xwe re bînin. Lê niha çareseriyek ji bo kêşeya Îsraîl-Filîstînê naxuyê.

Di dawiyêwê de jî hatiye destnîşankirin, Şerê Sîmçat Torayê ku muhtemel e navê vî şerê nû be, ne wek şerên din e. Xala werçerxê ye, ango xala werçerxê ya mizgîniya aloziyên nû dide û bandorên wê yên pir mezin çêbibin e. Dinyayê nefesa xwe girtiye temaşe dike!