'Ji ber xeta neteweperestî, piştevaniya Kurdan a bo Erdogan kêm bûye'

'Ji ber xeta neteweperestî, piştevaniya Kurdan a bo Erdogan kêm bûye'

PeyamaKurd - Ajansa Reutersê li ser hilbijartinên 14ê Gulana 2023yan a seroktî û parlamentoya Tirkiyeyê û rola kurdan raportek belav kir ku têde  destnîşan kir; "Kurdên ku ev demek dirêj e li derveyî siyaseta Tirkiyeyê hatine hiştin, piştî 20 salên deshilatdariya Erdogan, wê di hilbijartinên meha Gulanê de xwedî roleke girîng a guhertina deshilatê bin.”

Di raportê de hatiye gotin, “HDP ya bi piştevaniya Kurdan, bi awayekî potansîyel di wê rewşê de ye ku dê deshilatê diyar bike.”

Li gorî nirxandina ajansa Reuters a Brîtanî, HDP di van hilbijartinan de xwedî roleke kilît e û hatiye diyarkirin; “Ji ber Tifaqa Neteweperestî ya Erdogan, piştgiriya bo Erdogan di nav Kurdan de kêm bûye..”

‘Digel doza girtinê jî…’

Herwiha hatiye bibîrxistin ku HDP beriya hilbijartinan di bin gefa doza girtinê ya Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) de ye.

Di raporatê de li gorî encamên rapirsînan behsa hesenggiya di navbera Tifaqa Cumhur û Tifaqa Milet tê kirin û wiha tê gotin:

"Her çiqas hewldana qedexekirina partiyekê were maneya bi navekî din damezrandina partiyeke din jî HDP ya bi piştevaniya Kurdan xwedîyê wê potansiyela ku di hilbijartinan de deshilatê diyar bike ye.”

Hat diyarkirin ku enflasyona bilind û kêmasiyên hikûmetê yên di erdhejan de derxistiye holê ku ‘Erdogan û partiya wî AKP ji dema hatina ser deshilatê ve rûbirûyî hilbijartinên herî zehmet in”.

'Erdogan xeta neteweperestî hilbijart

Di dewama nirxandina Reutersê de hatiye destnîşankirin; “Erdogan bi salan hêvî da Kurdên ku ji sedî 20ê nifûsa Tirkiyê pêk tînin; bi pêngavên wekî zêdekirina mafên kurdan, geşepêdana aborî û hewldana bidawîkirina nakokiya milîtanên Kurd (Pêvajoya çareseriyê) re ji Kurdan piştgiriyeke mezin wergirt… Lê di demên dawî de, hikûmeta Erdogan bi awayekî xurt berê xwe da xeta neteweperestiya Tirk û  opozîsyona Tirkiyê jî banga piştgiriya Kemal Kilicdaroglu li HDPê kir. Di demên dawî de piştevaniya Erdogan di nav kurdan de kêm bûye.”

Reutersê daye zanîn, ‘Li gorî rapirsînan rêjeya dengên HDPê li ser %10an e. Pratî di diyarkirina rêveberiya nû ya Tirkiyeyê de xwedî roleke kilît û diyarker e.”

Hatiye diyarkirin ku wê hilbijartinên 14ê Gulanê, polîtîkaya Erdogan a aboriyê jî diyar bike ku niha gelê Tirkiyeyê rûbirûyî enflasyona zêdetirî  ji sedî 55 e.

Îmam Taşçier: Erdogan Pirsa Kurd avêtiye…

Di raportê de hevdîtina Kilicdaroglu ya ligel HDPê hatiye bibîrxistin û bi zarê parlamenterê HDPê yê Diyarbekirî Îmam Taşçier hatiye gotin ku serokê CHPê jî wekî daxuyaniyên salên berê yên Erndogan ku piştgiriya Kurdan wergirtibû, hebûna pirsa Kurd qebûl kiriye.

Taşçier ji Reutersê re dibêje, halêhazir Erdogan, "azadî, demokrasî, mafên mirovan û pirsa Kurd’ avêtiye pişt xwe.

'Wê Kurd ji bo deng bidin Kilicdaroglu zehmetiyê nekişînin’

Di raporta Reutersê de piştgiriya HDPê ya hilbijartinên herêmî yên 2019an li bajarên mezin bo namzedên Tifaqa Milet hatiye bibîrxistin û bi zarê Mamosteyê Zanîngeha Dicle yê beşa Hiqûqî Vahap Coşkun wiha hatiye gotin: “Ger em li ser hewldanên dawî yên avakirina pireyekê ji bo hilbijêrên Kurd û mihafezekar bifikirin, bi raya min wê ne zehmet be ku hilbijêrên HDPê dengên xwe bidin HDPê.”

Di dawiyê de hatiye destnîşankirin, piştî hilweşîna proseya aştiyê HDP rûbirûyî fişareke giran de ye.


Werger-Sererastkirin: PeyamaKurd