Ji bo çi ‘dîyaloga AKP û Kurdan’ a bo hilbijartinê girîng e?

Ji bo çi ‘dîyaloga AKP û Kurdan’ a bo hilbijartinê girîng e?
Erdogan qebûl dike ku metropolên Tirkiyê yên navendî yên wekî Stenbol, Enqere û Îzmîr di hilbijartinên herêmî de xwedî girîngiyeke giyanî ne û bêyî piştevaniya kurdan jî bidestxistina wan bajaran di hilbijartinên şaredariyan de mimkun naxuyê.

PeyamaKurd –  Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan, dizane ku heger piştevaniya hilbijêrên Kurd di hilbijartinên herêmî de nestîne, nikare kontrola bajarên mezin û girîng di destê xwe de bihêle.

Li ser mijarê di kovara Al Majalla ya navenda wê li Londonê ye de, analîzek bi sernavê; “Dîyaloga Kurd-AKPê ji bo encamên hilbijartinên herêmî, xwedî girîngiyeke giyanî ye” hate weşandin:

***

Rewşa siyasî ya Tirkiyeyê, hema bêje heman wekî keşûhewaya hilbijartinên giştî yên Tirkiyeyê ye ku destpêka 2023yan hatin kirin. Deshilatdarîya AK Partiyê bi Partiya Tevgera Neteweperest (MHP) re di tifaqê de ye.

Ev tifaq di serî de Partiya Komarî ya Gel (CHP) û partiyên hevpeymanên wê re, tê hember hev. Partiya Kurdan, Partiya Wekhevî û Demokrasiya Gelan (DEP Partî) jî ji opozîsyona Tirkiyê xwedî pozîsyoneke cudatir e.

“Vê rewşê hişt ku di navbera Kurdan û Erdogan de dijminatiya siyasî çêbibe”

DEM Partî ango bi navê xwe yê berê HDP di hilbijartinê 2019an ên herêmî de, di şaredariyên bajarên wekî; Stenbol, Enqere û Îzmîrê de, têkçûneke mezin bi Erdogan da jiyandin.

Vê jî hişt ku di navbera Erdogan û partiya Kurd de, cudabûn û dijminatî çêbibe. Herwiha piştî vê jî rêya polîtîkayên cezakirina Kurdan hate vekirin.

Piştî vê têkçûnê, Erdogan wekî bersive tedbîrên wekî bi hinceta terorê tayînkirina qeyûman li ser şaredariyên bajarên Kurdan sepand.

Erdogan bixwe qebûl dike ku metropolên Tirkiyê yên navendî yên wekî Stenbol, Enqere û Îzmîr di hilbijartinên herêmî de xwedî girîngiyeke giyanî ne. Hema hema bêyî piştevaniya kurdan bidestxistina wan bajaran mimkun naxuyê.

***

 “Erdogan dixwaze bi yekcarî partiya Kurd xwe dûrî opozîsyonê bike”

DEM Partî tevî polîtîkayên bersivê yên Erdogan jî, mixalefeta xwe bi biryardarî dewam kir. Bihayekî vê yê giran jî çêbû. Erdogan beriya hilbijartinên serokomariyê kampanyayeke tund li dijî partiya Kurd da destpêkirin. Ew bi girêdana hêzên biyanî, têkdana aştiya netewî û parçekirina welat tawanbar kirin. Vê kampanyayê jî hişt ku partiya Kurd biçe hembêza partiyên opozîsyona Tirkiyê.

Lê belê tê xuyakirin ku Partiya Kurd nikare dijatiya Erdogan bidomîne. Gelek entelektuel, karsaz û nûnêrên civaka sivîl ên xwedî bandor ên Kurd, êdî bang dikin ku vê siyaseta bi inyad li ber çavan derbas bikin.

Difikirin ku partiya Kurd bi hêza xwe ya sînordar nikare, hevkiriyê li hember Erdoganê hêza xwe ya siyasî zêde kiriye bike. Siyaseta fişarê ya Erdogan li herêmên Kurdan, hiştiye ku di çand, civak û aboriya herêmê de xerabûn çêbibe. Erdogan bi eşkereyî dixwaze, partiya Kurd xwe bi yekcarî dûrî opozîsyonê bike.

**

Kurd û Erdogan çi ji hevdu dixwazin?

Erdogan bixwe jî qebûl dike ku metropolên Tirkiyê yên navendî yên wekî Stenbol, Enqere û Îzmîr di hilbijartinên herêmî de xwedî girîngiyeke giyanî ne. Hema hema bêyî piştevaniya kurdan bidestxistina wan bajaran ne mimkun naxuyê.

Berevajî bajarên keviyên behrê yên Tirkiyê, piştevaniya Erdogan a li herêmên Anadola Navîn di ewlehiyê de ye. Wekî encam; li her sê bajarên mezin ên bûne qada şerê siyasî, dengên Kurdan xwedî girîngiyeke mezin in.

Erdogan hilbijartinên herêmî yên nêzîk dibin, herwiha ji bo xwe wekî pêkanîna projeya çêkirina makezagona nû ya Tirkiyeyê ya li gorî nêrîna xwe ya îdeolojîk û siyasî, dinirxîne.

Di vê qonaxê de, pêwîste herdu alî jî jestên çêker ên lihevkirinê ji hev re nîşan bidin. Daxwazên partiya Kurd ne zêde ne. Tenê dixwazin; Erdogan polîtîkayên cezakirinê kêm bike û girtiyên wan serbest berde.

Erdogan jî dixwaze ew bi temamî xwe ji opozîsyonê dûr bixin û di çend hefteyên bê de jî pêşniyarên bendewariyê bo hilbijartinên herêmî qebûl nekin.

Bendewarî û hêviya Erdogan çi ye?

Bendewarî heye ku Erdogan partiya Kurd a di hilbijartinên parlamentoyê de hêza xwe kêm kiriye, bi hevpeymaniya deshilatdariyê re li hev bike û daxwazan wan bicih werîne.

Di navbera herdu aliyan de, di asta kêm a lîdertiyê de, halêhazir dîyalog pêk hatin. Niha li ser mercên sereke nîqaş têne kirin ku bê wê herdu alî kîjan gavên pêşîn bavêjin.

Lê belê 8 salên dawî bi me daye hînkirin ku heke di herdu aliyan de jî hêzên derve destwerdanê bikin, wê pêşveçûna dîyalogê bikeve xeterê.

Ev jî dihêle ku pêvajoya em tê de ne, hesastir bibe. Divê lîderên herdu aliyan jî di vê proseyê de, bi baldarî tevbigerin û beriya biryarên pêşwext li ser baş bifikirin.


Rustam Mahmud | Al Majalla

Werger-Seresatkirin | PeyamaKurd