“Ji ezmûna herî dijwar serkeftî derket: Erdogan dibe ku çaryek sedsala din li ser deshilatê be”

“Ji ezmûna herî dijwar serkeftî derket: Erdogan dibe ku çaryek sedsala din li ser deshilatê be”

PeyamaKurd – Di gera duyem a hilbijartinên serokomariyê ya 28ê Gulanê hat encamdan de, Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan %52,16ê dengan bi ser ket û hevrikê wî yê opozîsyona Tirkiyê Kemal Kilicdaroglu jî bi wergirtina %48,87ê dengan nekarî li hember Erdogan bi ser bikeve.

Serkeftina Erdogan ku ji bo 5 salên din wekî serokomar hate hilbijartin, di medyaya cîhanê de cihekî berfireh girt û bi manşet û analîzên xwe ev serkeftina Erdogan a li hember namzedê opozîsyonê Kemal Kilicdaroglu nirxandin.

NYT: Dibe ku Erdogan çaryek sedsala din li ser deshilatê bimîne

Rojnameya Amerîkî New York Times (NYT) li ser serkeftina Erdogan a hilbijartinê got: "Erdoganê ku kontrola xwe ya li ser dewletê bihêztir dike û hevpeymanên NATOyê hêrs dike, dibe ku çaryek sedsala din li ser deshilatê bimîne.”

Herwiha hat diyarkirin ku Erdogan ev serkeftin bi hêsanî bi dest nexistiye û ji ber opozîsyonê namzedê xwe dereng eşkere kiriye jî beriya hilbijartinan lawaz bûye.

WSJ: Erdogan, ji ezmûna herî dijwar serkeftî derket

Rojnameya Wall Street Journal (WSJ) di nirxandina xwe de got: "Erdogan di ezmûna herî dijwar a 20 salên deshilata xwe de, ligel hemû îhtimalan jî bi serkeftî derket.”

Di analîzê de hatiye gotin, tevî enflasyona zêde û erdhejên 6ê sibatê yên wêranker, Erdogan muzakereyên navbera Ukrayna-Rûsyayê bi awayekî serkeftî birêve birin û bandora Tirkiyê li herêmê zêde kir ku di hilbijartinan de ev bû avantajek ji bo wî.

Newsweek: ‘Di hilbijartinên Tirkiyê de Pûtîn bi ser ket!”

Li ser malpera kovara Amerîkî Newsweekê bi sernavê ‘Di hilbijartinên Tirkiyê de Pûtîn bi ser ket!” nûçeyek hat belavkirin û hat gotin ku wê statukoya li herêmê berdewam bike.

The Guardian: Welatên Rojava di nav tirs û hêviyê de ne...

Rojnameya The Guardian a îngilîz ji bo serkeftina Erdogan got: “Rojava deshilatdariya Erdogan 20 salên din dirêj kir û di navbera tirs û hêviyê de ma.”

Li gorî The Guardianê welatên Rojavayê li hember kampanyaya hilbijartinê ya serokomariya Tirkiyeyê bêdeng mane û bûne sedem ku deshilata Erdogan 20 salên din dirêj bibe.

Telegraph: Ewropayê nefes stand!

Rojnameya The Telegraph a Brîtanyayê diyar kir ku Yekîtiya Ewropa ji serkeftina Erdogan a hilbijartinê kêfxweş e û edîtorê rojnameyê James Crisp ev nirxandin kir:

"Dibe ku qebûl nekin lê piraniya lîderên Ewropayê dema Tirkiye ji Yekîtiya Ewropayê dûr disekine, xwe baştir hîs dikin.”

Medya fermî ya Alman Deutsche Welle: “Hilbijartinên Tirkiyê: Di gera duyem a dîrokî de Erdogan bi ser ket.”

Di nûçeyê de hatiye gotin ku Erdogan bûye lîderê ku ji damezrandina Tirkiyeyê ve herî zêde li ser peywirê dimîne.

ARDyê jî di nûçeya xwe de diyar kiriye ku Kilicdaroglu gotiye, ev hilbijartina herî bê dadwerane ya li Tirkiyeyê hatiye kirin e.

CNN: Ji bo yên guherînê dixwazin ne binketineke pir mezin e

CNN Internationalê jî di nûçeya xwe de diyar kir, "Serkeftina Erdogan a li hember Kilicdaroglu, Tirkiye ji nû ve di nav dijayetiyên kûr bûne de hişt.”

CNNê cî daye nirxandina rojnamevan Asli Aydintaşbaş û gotiye, “Ev ji bo yên guherînê dixwazin, ne binketineke pir mezin e. Em careke din rûbirûyî welatê du beş bûyî ne. Herdu xetên dijber jî bi temamî ji bo Tirkiyeyê tiştên cuda dixwazin.”

Haaretz : Kurd bi Akşener a neteweperest re hatin ba hev

Rojnameya Îsraîlî Haaretz di nivîsa derbarê hilbijartinê ya Louis Fisherman de, daye zanîn ku hema hema nîvê hilbijêrên Tirk li dijî helwestên nelîberal ên Erdogan in.

Fisherman gotiye, “Kilicdaroglu di tişta ku gelek kesan mimkun nedidît de, bi ser ket.. Hişt ku hilbijêrên Kurd ên HDP ya çepgir bi IYI Partiya neteweperest a Meral Akşener re werin ba hev. Herwiha bi maseya 6 partiyan re partiya îslamî CHP ya kemalîst xist nav xwe. Ev pêngaveke cesûr û rast bû ji bo dahatûya siyaseta Tirkiyeyê, lê li gorî em dibînin têrî nekir.”


Werger-sererastkirin: PeyamaKurd