Ji Navenda Atlantic Council rapora aboriya Herêma Kurdistanê...

Ji Navenda Atlantic Council rapora aboriya Herêma Kurdistanê...

PeyamaKurd – Navenda Lêkolînên Ramyarî ya Amerîkî ‘Atlantic Council of United States’ di raporeke xwe ya dawî ya li ser malpera wê ya fermî hatiye weşandin de, behsa pêşketina aboriya Herêma Kurdistanê dike.

Di raporê de reformên Hikûmeta Herêma Kurdistanê têne bibîrxistin û tê gotin, Hikûmeta Herêma Kurdistanê di çarçoveya hewlên xwe de ji bo bihêzkirina Herêma Kurdistanê, niha ketiye ser rêya hemcûrekirin û berfirehkirina aboriyê.

Hikûmeta Kurdistanê hewla bihêzkirinê herêmê dide

Saziya Atlantic Council of United States daye zanîn, Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi gelek rêyan hewla bihêzkirina Herêma Kurdistanê daye, ji wan; dîjîtalkirina fermangehên hikûmetê, çaksaziya îdarî, pêşvebirina çandiniyê, pêşxistina sîstema bankî.

Pêşvebirina aboriyeke bihêz girêdayî çend faktoran e

Di raporê de, li ser bihêzkirin û pêşvebirina aboriyê hatiye diyarkirin, pêşvebirina aboriyeke bihêz pêwîstî bi hin faktorên girêdayî hev heye, ku li gor rewşa welat, faktor jî diguherin.

Atlantic Council of United States dide zanîn, Hikûmeta Herêma Kurdistanê li herêmên ku veberhênan kiriye, hikûmetên xwecihî berpirsyariyên wan wergirtiye.

Pêwîstî bi bazareke vekirî heye

Hatiye destnîşankirin ku geşbûna aborî û xweşguzeraniyê, pêwîstiya wê bi bazareke vekirî heye, tê de rikeberiya azad û dadperwerane pêşve biçe û astengî werin kêmkirin û qadeke wekhev ji bo geşepêdana bazirganiyan were misogerkirin.

Stratejiya Hikûmeta Kurdistanê rûbirûbûna hejarîyê û çêkirina derfetan e

Atlantic Council of United States di rapora xwe de diyar kiriye, yek ji stratejiyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê rûbirûbûna hejarî û destgihiştina her kesî bo derfetan e, ji bo vê yekê jî çendîn destpêşxerî hebûne, wek nimûne; dabînkirina piştevaniya darayî ji bo karsazên biçûk û ciwanên xwedî kar ligel damezrandina enstîtuya dahênan û nûgeriyê ku yek ji armancên dirustkirina kanalên pêwendiya rasterast bo damezrandina dahêner û akademîsyenan ji bo xizmeta Herêma Kurdistanê, herwiha hêsankarî û zemînsazî dibe ji bo proje û pêşniyarên wan.

Hikûmeta Kurdistanê di sîstema darayî de li xwe mikur hatiye

Di raporê de tê gotin, Hikûmeta Herêma Kurdistanê li xwe mikur hatiye ku kêmasî di sîstema darayî de heye, loma bi standardkirina bankî li Herêma Kurdistanê, hewl daye kêmasiyên sîstemê ji holê rake.

Mesrûr Barzanî girîngiyê dide bihêzkirina aboriyê

Hatiye diyarkirin, Mesrûr Barzanî li ser bihêzkirina aboriya Herêma Kurdistanê, 14ê Hezîrana îsal di merasîma vekirina Banka Cîhan de gotiye, sîstema bankî stûneke sereke ya bihêzkirina aboriya Kurdistanê ye û nabe bank tenê cihê hewalekirina pereyan be.

Gotinên Barzanî yên, “Me girîngiyeke mezin daye bihêzkirina jêrxaneya aborî ya Herêma Kurdistanê” têne bibîrxistin û tê diyarkirin, Herêma Kurdistanê aboriya xwe berfireh dike.

Navenda Atlantic Council of United States di warê karûbarên navdewletî de ji sala 1961ê ve dixebite. Bi 16 navendên herêmî û bernameya aktîf girêdayî Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî ye û li ser aboriya cîhanê xebatan dike.