Ji The Times û Le Monde analîzên Kemal Kilicdaroglu...

Ji The Times û Le Monde analîzên Kemal Kilicdaroglu...

PeyamaKurd - Ji rojnameya The Times a Brîtanî Louise Callaghan, analîzek li ser namzedê Tifaqa Milet ê hilbijartinên serokomariya Tirkiyê Kemal Kilicdaroglu nivîsand ku tê de dibêje, "Nêrîna ku Kilicdaroglu neqla kesayetiya xwe kiriye, dê çêtir bihata fêmkirin.”

Ger hûn difikirin neqla kesayeta xwe kiriye…

Di analîza The Times de, Louise Callaghan proseya kampanyaya gera duyem a hilbijartinên serokomariya Tirkiyê nirxandiye û bal kişandiye ser, axaftina wê ya Pêncşema borî.

Callagan dibêje; "Dema Kilicdaroglu roja Pêncşemê derket ser kursî, nêrîna ku wî neqla kesayetiya xwe kiriye, dê çêtir bihata fêmkirin.”

 "Bi dubarekirina gotinên şandina penaberên Sûriyê re, veguherî neweperestekî tund.”

Cllagan diyar dike,“Hevrikê Erdogan ji bo piştevaniya rastgirên tund dev ji emojiya qelp berda”, lê di gera yekem a hilbijartinên 14ê Gulanê de, îmaja demokrasî û piranîparêziyê ya kalekî bi destê xwe emojiya dil çêdike, derketibû pêş.

Ji bo hilbijartina gera duyem jî wekî armanca xwe dubare dubare dibêje ku ew dê penaberên sûriyeyê paşde bişîne û veguherî neteweperestekî tund.

Di berdewamê de tê gotin, “Axaftina Kilicdaroglu sedema ku dixwaze rastgirên tund bikişîne aliyê xwe nîşan dide. Ji bo vê jî pêwîste terka îmaja ‘Rêzdar zilamê baş’ bide. Ew û Erdogan ji bo piştgiriyê bi rastgirên tund re axivîn.”

"Opozîsyonê bi awayekî xeter berê xwe da rasgiriyê”

Li aliyê din rojnameya Le Monde a Fransî jî ji bo kampanyaya gera duyem a hilbijartinê şîroveya, “opozîsyonê bi awayekî xeter berê xwe da rastgiriyê’ kiriye.

Nûnera Le Monde a Stenbolê Nicolas Bourcie û Angèle Pierre di analîza xwe de dibêjin, berê jî Kilicdaroglu li ser mijara penaberên Sûriyê axiviye, lê gotinên wî yên vê dawiyê hiştiye ku nêzî neteweperestên tundrew bibe.

Hatiye diyarkirin ku Serokomar Erdogan, di kampanyaya xwe de hevkariya nefermî ya Kilicdaroglu bi HDPê re wekî mijara kilît derxistiye pêş ku encama wê jî wergirtiye û bi taybet jî bûye sedema neçûna dengên hilbijêrên neteweperest.

"Ger ev bimînin dê bajar bikevin bin kontrola penaberan”

Kilicdaroglu di axaftina xwe ya Pêncşema borî ya li Navenda Giştî ya CHPê de gotibû:

"Hûn hay jê hene, heger ev bimînin dê 10 milyon penaberên din werin Tirkiyeyê. Ger ev bimînin dê dola bibe 30 lîre, wê nan bibe 10 lîre û dê hejarî kûrtir bibe, wê penaber û kesên qaçax bibin makîneya tawanan û talaniyê dest pê bike.

Ger ev bimînin; dê bajar bikevin bin kontrola penaberan û çeteyên mafyayan. Ev bimînin dê cinayetên jinan zêde bibin.. Ev dê tawîzan bidin terorîstan û welat birêve bibin. Her cûre terorîstan bixin parlamentoyê. Em qet destûra vê nadin.”


Werger-sererastkirin: Peyamakurd